Navê
kitêbê: Bîst sal û êvarek
Nivîskar: Sebrî
Silêvanî
Weşanxane: Êketiya
Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala
weşanê: 2005
Hejmara
rûpelan: 212
Avdel bi ser çilsaliyê
da çûye û ew ji Vîvyanê ra; keça Qiryaqûsî, xudanê xaniyê ew tê da kirêdar e,
behsê evîna xwe bo Wijdanê dike, wextê ew hêj zarok bûn û çawa Wijdanê şû kir û
ew dê li mala babê Vîvyanê, wê êvarê û piştî bîst salên jêk veqetiyanê hevûdu bibînin.
Lê dîtina Wijdanê û piştî ew qas salên li bendemanê, ji bo Avdelî bûyerek mezin
û bi heyecan e û her ew jî, jê ra dibe dîtin û xweşiya dawiyê.
Avdel û heta êvara
gehiştina Wijdanê ji Vîvyanê ra serhatiya xwe û Wijdanê û dostên xwe Salê,
Behzadî, Emînî û gelekên din vedigêre. Wê bi xwe ra dibe nav panorameyeka serbor
û trajedyayên başûrê welatî, ji serhildanan, zordariya dagîrkeran, rev û veger
û birakujiyê û wê li gel hilçûna xwe ya hizrî û rûhî radixişîne bo nav gelek
pirsên mîna: viyan û hezkirin, guhnêlî, kîndarî, afret û rewşa wê di civakê
da, nivîskar û nivîskarî, jiyan û mirin û tevlî têgehên rûhnasî û felsefî dike.
Ji rûpela 195: ”Heta
roja îro hindek kes weha bo diçin ku rev bû serketin. Ji bîr dikin yan nizanin
ku tinê beşek ji planên dirêj bû di acindeya hindek hêzên mezin de. Dilê
mirovayê bi me dişewitand çunkî li ser ekranên televizyonan em kêm û lawaz û vala
nîşa didan, li demkê ku em zêd dixurin.”
ناڤێ کتێبێ: بیست
ساڵ و ئێڤارەک
نڤیسکار: سەبری
سلێڤانی
وەشانخانە: ئێکەتیا
نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠٠٥
هەژمارا رووپەلان:
٢١٢
ئاڤدهل ب سهر
چلسالیێ دا چوویه و ئهو ژ ڤیڤیانێ را؛ کهچا قریاقووسی، خودانێ خانیێ ئهو تێ دا
کرێدارە، بهحسێ ئهڤینا خوه بۆ وژدانێ دکه، وهختێ ئهو هێژ زارۆک بوون و
چاوا وژدانێ شوو کر و ئهو دێ ل مالا بابێ ڤیڤیانێ، وێ ئێڤارێ و پشتی بیست سالێن ژێک
ڤهقهتیانێ، ههڤوودو ببینن. لێ دیتنا وژدانێ و پشتی ئهو قاس سالێن ل بهندهمانێ،
ژ بۆ ئاڤدهلی بوویهرهک مهزن و ب ههیهجانە و ههر ئهو ژی، ژێ را دبه دیتن و
خوهشیا داویێ.
ئاڤدهل و ههتا ئێڤارا گههشتنا وژدانێ ژڤیڤیانێ را سهرهاتیا خوه و وژدانێ و دۆستێن خوه سالێ، بههزادی، ئهمینی و گهلهکێن دن ڤهدگێره. وێ ب خوه را دبه ناڤ پانۆرامهیهکا سهربۆر و تراژهدیایێن باشوورێ وهلاتی، ژ سهرهلدانان، زۆرداریا داگیرکهران، ڕهڤ و ڤهگهر و براکوژیێ و وێ ل گهل هلچوونا خوه یا هزری و ڕووحی رادخشینه بۆ ناڤ گهلهک پرسێن مینا: ڤیان و حهزکرن، گوهنێلی، کینداری، ئافرهت و رهوشا وێ د جڤاکێ دا، نڤیسکار و نڤیسکاری، ژیان و مرن و تهڤلی تێگههێن رووحناسی و فهلسهفی دکە.
ژرووپەلا ١٩٥: "هەتا
رۆژا ئیرۆ هندەک کەس وەها بۆ دچن کو ڕەڤ بوو سەرکەتن. ژ بیر دکن یان نزانن کو تنێ
بەشەک ژ پلانێن درێژ بوو د ئاجندەیا هندەک هێزێن مەزن دە. دلێ مرۆڤایێ ب مە
دشەوتاند چونکی ل سەر ئەکرانێن تەلەڤزیونان ئەم کێم و لاواز و ڤالا نیشا دددان ل
دەمەکێ کو ئەم زێدە دخوڕن.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar