Navê
kitêbê: Li xwe geryan
Nivîskar:
Zerdeşt Şahîn
Weşanxane:
Çapxaneya Genc li Silêmaniyê
Sala
weşanê: 2018
Hejmara rûpelan: 222
Rêbîr kurekê
snêle û êkane yê maleka hejar e û şagirdê xwendingehê ye. Ew hez ji dersdara
xwe Asmînê dike û herweha bi cîrana xwe ya bimêr Rewşenê ra radikeve. Ew viyana
xwe ji Asmînê ra aşkera dike û dersdar jî hez jê dike û seksê li gel yekûdu
dikin û dixwazin bizewicin.
Dayûbabên
Rêbîrî diçin xwazgîniyên Asimînê, lê babê wê Xelîl yê dewlemend û xudan
desthilat razî nabe û gefan li wan û li keça xwe dike û naxwaze ew di
peywendiyên xwe da berdewam bin. Bab li keça xwe dixe û ji ber wê lêdana dijwar
wê dibin nexweşxaneyê. Rêbîr li gel hevalê xwe Birîndarî diçin seredana Asmînê
û li nexweşxaneyê rastî bira û babê wê dibin û li hev dixin û di encamê da
birayê Asmînê birîndar dibe û herdu tên girtin; Birîndar bi şeş mehên
zîndanîkirinê tê sizadan û Rêbîr bi pazde rojan.
Piştî ku
Rêbîr ji zîndanê derdikeve, ew û Asmîn, bi alîkariya sê hevalên xwe direvin
gundekî. Birayê Asmînê dide dû wan û wextê ew digehin gundî birayê Asmînê
gulleyan berdide Rêdîrî, lê hevalê wî Cîhangîr xwe dide ber gulleyan. Cîhangîr
babê rastîn yê Rêbîrî ye û ew vê rastiyê berî mirina Cîhangîrî, jê dizane û jê dibihîse
ku dayika wî ya rastîn di demê bûna wî da miriye û li Boselê hatiye veşartin û wê
mala ew niha li cem wan e ew bixudan kiriye.
Piştî
demekî Asmîn ducan dibe û li gel bûna zarokî Asmîn dimire û di taziya Asmînê da
babê wê du gulleyan berdide sîngê Rêbîrî.
Arêşeyên
snêleyan, erotîk û evînî, zewaca bizor û encamên wê û pirsine din dibin mijarên
vê romanê. Ji bilî çîroka Rêbîrî, herweha serhatiyên hevalên wî Bêkes,
Birîndar, Xewnename û Rewşenê jî cihên xwe tê da kirine.
Ji rûpelê 64: “…carna Asmînê
ji wan dibihîst ku ew ji nişkekê ve zengîn bûne. Ev gotin û axiftin bibû cihê
dilnexweşiya Asmînê û hemî dema hest bi tengasiyê dikir û ev mal û ev pare û ev
xanî li wê bibûn derd û êş, dixwest bizanibe ji kî ve hatiye dewlemendiya wan.”
ناڤێ کتێبێ: ل خوە
گەریان
نڤیسکار: زەردەشت
شاهین
وەشانخانە:
چاپخانەیا گەنج ل سلێمانیێ
سالا وەشانێ: ٢٠١٨
هەژمارا رووپەلان:
٢٢٢
رێبیر کورهکێ سنێله
و ئێکانه یێ مالهکا ههژارە و شاگردێ خوهندنگههێ یه. ئهو حهز ژ دهرسدارا
خوه ئاسمینێ دکه و ههروهها ب جیرانا خوه یا بمێر رهوشهنێ را رادکهڤه. ئهو
ڤیانا خوه ژ ئاسمینێ را ئاشکهرا دکه و دهرسدار ژی حهز ژێ دکه و سهکسێ ل گهل
یهکوودو دکن و دخوازن بزهوجن.
دایووبابێن رێبیری
دچن خوازگینیێن ئاسمینێ، لێ بابێ وێ خهلیل یێ دەولەمەند و خودان دەستهلات رازی
نابه و گهفان ل وان و ل کهچا خوه دکه و ناخوازه ئهو د پهیوهندیێن خوه دا
بهردهوام بن. باب ل کهچا خوه دخه و ژ بهر وێ لێدانا دژوار وێ دبن نهخوهشخانهیێ.
رێبیر ل گهل ههڤالێ خوه برینداری دچن سهرهدانا ئاسمینێ و ل نهخوهشخانهیێ راستی
برا و بابێ وێ دبن و ل ههڤ دخن و د ئهنجامێ دا برایێ ئاسمینێ بریندار دبه و ههردو
تێن گرتن، بریندار ب شهش مههێن زیندانیکرنێ تێ سزادان و رێبیر ب پازده رۆژان.
پشتی کو رێبیر ژ زیندانێ
دهردکهڤه، ئەو و ئاسمین، ب ئالیکاریا سێ ههڤالێن خوه درهڤن گوندهکی. برایێ
ئاسمینێ دده دوو وان و وهختێ ئهو دگههن گوندی برایێ ئاسمینێ گوڵهیان بهردده
رێدیری، لێ ههڤالێ وی جیهانگیر خوه دده بهر گوڵهیان. جیهانگیر بابێ راستین یێ
ڕێبیری یه و ئهو ڤێ راستیێ بهری مرنا جیهانگیری، ژێ دزانه و ژێ دبهیسه کو دایکا
وی یا راستین د دهمێ بوونا وی دا مریه و ل بۆسهلێ هاتیه ڤهشارتن و وێ مالا ئهو
نها ل جهم وانە ئهو بخودان کریه.
پشتی دهمهکی ئاسمین
دوجان دبه و لگەل بوونا زارۆکی ئاسمین دمره و د تازیا ئاسمینێ دا بابێ وێ دو گوڵهیان
بهردده سینگێ ڕێبیری.
ئارێشهیێن سنێلهیان،
ئهرۆتیک و ئهڤینی، زهواجا بزۆری و ئهنجامێن وێ و پرسنه دن دبن مژارێن ڤێ رۆمانێ.
ژ بلی چیرۆکا رێبیری، ههروهها سهرهاتیێن ههڤالێن وی بێکهس، بریندار، خهونهنامه
و رهوشهنێ ژی جهێن خوه تێ دا کرنه.
ژ رووپەلێ ٦٤: "...جارنا
ئاسمینێ ژ وان دبهیست کو ئەو ژ نشکەکێ ڤە زەنگین بوونە. ئەڤ گۆتن و ئاخفتن ببوو
جهێ دلنەخوەشیا ئاسمینێ و هەمی دەما هەست ب تەنگاسیێ دکر و ئەڤ مال و پارە ل وێ
ببوون دەرد و ئیش، دخوەست بزانبە ژ کیڤە هاتیە دەولەمەندیا وان."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar