Navê kitêbê: Camîcem (ewên ji jiyana dî vegeryayn)
Nivîskar: Hizirvan
Weşanxane: Spîrêz
Sala weşanê: 2017
Hejmara rûpelan: 281
Camîcem kirasekê nû dike ber romana bi kurdiya kurmancî ya
başûrê Kurdistanê û dergehî li ber rastiya mirinê û vegera canî vedike. Kesên
wê di niha da ne, lê ew ji serzemîneka dûr, ji jiyaneka dî hatine û nizanin ka
ew baca jiyana xwe ya berê yan ya nuke yan ya gelek jiyanan didin.
Şasiwar ji Dihokê ye û di zarokîniya xwe da bêtir ji jiyê xwe
tiştan dizane û hizir dike ku ew berê jî jiyaye û xwe di Bersîsê Abid da dibîne
û her wek ya bi serê Bersîsî hatibû, bi serê wî bi xwe hatiye. Dezgira Bersîsî
ya hatibû kuştin wekî hezkiriya wî di hizra wî da bicih bûye. Ew xwendina xwe
ya zanîngehê bi dûmahî tîne. Ji serbaziya Îraqê direve û dibe pêşmerge û jê ra
dezgirek peyda dibe, lê enfal bi ser wan da tê û ji hev vediqetin, dezgira wî
bi mala xwe ve ber bi Tirkiyeyê diçin û ew ber bi Îranê û Elmanya.
Ew li Elmanyayê Nazenînê nas dike û wê jî çîroka xwe heye;
hêj ew li Seyid Sadiq û biçûk xewnan bi yekî dibîne û hez jê dike û heçku ew û kurê
ku ew di xewnên xwe da dibîne, di jiyaneka dî da rastî hev hatine. Carekê pîrerefalvekerek
xewna wê jê ra şirove dike û dibêjeyê ku ew dê li dûrî welatî şû bi yekî bike,
lê berî ew bigehiye wî kesî dê
şûyekê bike. Êdî ew birayara xwe dide ku şû bi kesekî bike ku jê hez neke da ku
paşî bikare xwe jê ber bide û weha şû bi Cemalî dike. Cemal wê tîne Elmanya û
li Elmanya wextê ew carekê Şasiwarê li ciyekî dibîne, di wî da, wî kesê xewnên xwe
dibîne û Şasiwar jî hezkiriya xwe di wê da dibîne. Êdî evîn wan digehîne hev û Nazenîn
Cemalî berdide û şû bi Şasiwar dike û zarokê wan dibe.
Kesê dî yê serekî di vê romanê da Cemşîdê kurê Camê Cemşîdî
ye ku nasnavê wî Camîcem e. Ew bi rêya hevalekê xwe Şasiwarî nas dike û
desxetên jiyannameya xwe dibe cem Şasiwarî ji bo ku ew jê pirtûkekê çêbike û
piştî Şasiwar wan destxetan dixwîne vê romanê jê diafirîne.
Hêj Camîcem zarok bû wextê wî, bê ku kesek wî hîn bike, dizanî
bixwîne û haya wî ji gelek kes û bûyerên malbata xwe û derdorê û zanayên wekî
Xanî û Feqê Teyran hebû. Ew ji diya xwe digehişt şêx Ehmedê Xanî û di nav wî da,
ne bes hestek hebû ku ew bi xwe Xanî ye û herçend zarok bû jî, lê gotin û hizr
û zanîna wî ji ya Xanî bû û haya derdora wî ya nêzîk jî, jê çêbû û wan nedixwestin
ew ji yên biyanî ra, wan hizr û gotin û zanîna xwe diyar bike û vê ew xist di
nav şilqandineka navxweyî da.
Êdî em di vê romanê da serhatiya Camîcem dixwînin û çawa diya
wî Xanê bi direweka kurapê wî li ser destên du apên wî tê kuştin û çawa bab
tolê distîne. Çawa piştê wê bûyerê, ew bi babê xwe û xwîşka xwe Gulê ra ji
Bazîdê tên Wanê û li mala xaltiya xwe Zînê bicih dibin. Çawa piştî di bûyerekê
da mêrê xaleta wî dimire û Zînê, xudana du zarokan; Yildiz û Mistoyî şû bi babê
wî dike. Yildiz, ji ber beşdarbûna di xwenîşandanekê da, ji aliyê dewleta tirk
ve tê girtin û paşî ew jî tê birîndar kirin û girtin. Dûra Yildiz dibe Gerîla û
ew dikeve dû Yildizê û pê wî paşî ber bi Îran û Elmanyayê dikeve û li Elmnyayê,
li zanîngehê Nîmaya sineyî nas dike û pêra dizewice.
Gelek serhatî û vebêjiyêyên balkêş di vê romanê da hene,
mîna çîroka Bersîsê Abid, ya Hekîmê Deşta Xuranê, Hesenê Benî û hêj û hêj.
Herwesa gelek pirsyar li dor jiyanê, mirinê û kirasguhorînê û zordestî û
bindestiyê tên azirandin. Wênyek li ser revenda kurd û têkelî, hevbeşî û nakokiyên
wan jî vê romanê dixemilîne.
Ji romanê: ”Naxwazim her roj bêjim ‘turk im û bextewer im’. Ma
kengî em turk in? Heta kengî evê li ser xwe qebûl bikin? Kengî turkek bextewer heye? Kengî turk ji me
çêtir in?...”
ناڤێ کتێبێ: جامیجەم
نڤیسکار:
هزرڤان عەبدوللا
وەشانخانە:
سپیرێز
سالا وەشانێ:
٢٠١٧
هەژمارا
رووپەلان: ٢٨١
جامیجهم کراسهکێ نوو دکە بهر رۆمانا ب
کوردیا کورمانجی یا باشوورێ کوردستانێ و دهرگههی ل بهر راستیا مرنێ و ڤهگهرا
جانی ڤهدکه. کهسێن وێ د نها دا نه، لێ ئهو ژ سهرزهمینهکا دوور، ژ ژیانهکا
دی هاتنه و نزانن کا ئهو باجا ژیانا خوه یا بهرێ یان یا نوکە یان یا گهلهک ژیانان
ددن.
شاسوار ژ دهۆکێ یه و د زارۆکینیا خوه دا بێتر
ژ ژیێ خوه تشتان دزانه و هزر دکه کو ئهو بهرێ ژی ژیایه و خوه د بهرسیسێ عابد
دا دبینه و ههر وهک یا ب سهرێ بهرسیسی هاتبوو، ب سهرێ وی ب خوه هاتیه. دهزگرا
بهرسیسی یا هاتبوو کوشتن وهکی حهزکریا وی د هزرا وی دا بجهـ بوویه. ئهو خوهندنا
خوه یا زانینگههێ ب دووماهی تینه. ژ سهربازیا عیراقێ درهڤه و دبه پێشمهرگه
و ژێ را دهزگرهک پهیدا دبه، لێ ئهنفال ب سهر وان دا تێ و ژ ههڤ ڤهدقهتن،
دهزگرا وی ب مالا خوه ڤه بهر ب ترکیهیێ دچن و ئهو بهر ب ئیرانێ و ئهلمانیا.
ئهو ل ئهلمانیایێ نازهنینێ ناس دکه و وێ
ژی چیرۆکا خوه ههیه؛ هێژ ئهو ل سهید سادق و بچووک خهونان ب یهکی دبینه و حهز
ژێ دکه و ههچکو ئهو و کورێ کو ئهو د خهونێن خوه دا دبینه، د ژیانهکا دی دا
راستی ههڤ هاتنه. جارهکێ پیرهرهفالڤهکهرهک خهونا وێ ژێ را شرۆڤه دکه و
دبێژهیێ کو ئهو دێ ل دووری وهلاتی شوو ب یهکی بکه، لێ بهری ئەو بگههیه وی
کهسی دێ شوویهکێ بکه. ئێدی ئهو برایارا خوه دده کو شوو ب کهسهکی بکه کو ژێ
حهز نهکه دا کو پاشی بکاره خوه ژێ بهر بده و وهها شوو ب جهمالی دکه. جهمال
وێ تینه ئهلمانیا و ل ئهلمانیا وهختێ ئهو جارهکێ شاسوارێ ل جیهکی دبینه، د
وی دا، وی کهسێ خهونێن خوه دبینه و شاسوار ژی حهزکریا خوه د وێ دا دبینه. ئێدی
ئهڤین وان دگههینه ههڤ و نازهنین جهمالی بهردده و شوو ب شاسوار دکه و زارۆکێ
وان دبه.
کهسێ دی یێ سهرهکی د ڤێ رۆمانێ دا جهمشیدێ
کورێ جامێ جهمشیدی یه کو ناسناڤێ وی جامیجهمە. ئهو ب ڕێیا ههڤالهکێ خوه
شاسواری ناس دکه و دهسخهتێن ژیاننامهیا خوه دبه جهم شاسواری ژ بۆ کو ئهو ژێ
پرتووکهکێ چێبکه و پشتی شاسوار وان دهستخهتان دخوینه ڤێ رۆمانێ ژێ دئافرینه.
هێژ جامیجهم زارۆک بوو وهختێ وی، بێ کو کهسهک
وی هین بکه، دزانی بخوینه و هایا وی ژ گهلهک کهس و بوویهرێن مالباتا خوه و
دهردۆرێ و زانایێن وهکی خانی و فهقێ تهیران ههبوو. ئهو ژ دییا خوه دگههشت
شێخ ئهحمهدێ خانی و د ناڤ وی دا، نه بهس ههستهک ههبوو کو ئهو ب خوه خانی یه
و ههرچهند زارۆک بوو ژی، لێ گۆتن و هزر و زانینا وی ژ یا خانی بوو و هایا دهردۆرا
وی یا نێزیک ژی، ژێ چێبوو و وان نهدخوهستن ئهو ژ یێن بیانی را، وان هزر وگۆتن و
زانینا خوه دیار بکه و ڤێ ئهو خست د ناڤ شلقاندنهکا ناڤخوهیی دا.
ئێدی ئهم د ڤێ رۆمانێ دا سهرهاتیا جامیجهم
دخوینن و چاوا دیا وی خانێ ب درهوهکا کورئاپێ وی ل سهر دهستێن دو ئاپێن وی تێ
کوشتن و چاوا باب تۆلێ دستینه. چاوا پشتێ وێ بوویهرێ، ئهو ب بابێ خوه و خویشکا
خوه گولێ را ژ بازیدێ تێن وانێ و ل مالا خالتیا خوه زینێ بجهـ دبن. چاوا پشتی د
بوویهرهکێ دا مێرێ خالهتا وی دمره و زینێ، خودانا دو زارۆکان؛ یلدز و مستۆیی
شوو ب بابێ وی دکه. یلدز، ژ بهر بهشداربوونا د خوهنیشاندانهکێ دا، ژ ئالیێ دهولهتا
ترک ڤه تێ گرتن و پاشی ئهو ژی تێ بریندار کرن و گرتن. دوورا یلدز دبه گهریلا و
ئهو دکهڤه دوو یلدزێ و پێ وی پاشی بهر ب ئیران و ئهلمانیایێ دکهڤه و ل ئهلمنیایێ،
ل زانینگههێ نیمایا سنهییناس دکە و پێ را دزهوجه.
گهلهک سهرهاتی و ڤهبێژیێیێن بالکێش د ڤێ
رۆمانێ دا ههنه، مینا چیرۆکا بهرسیسێ عابد، یا حهکیمێ دهشتا خورانێ، حهسهنێ
بهنی و هێژ و هێژ. ههروهسا گهلهک پرسیار ل دۆر ژیانێ، مرنێ و کراسگوهۆرینێ و
زۆردهستی و بندهستیێ تێن ئازراندن. وێنیهک ل سهر رهڤهندا کورد و تێکهلی، ههڤبهشی
و ناکۆکیێن وان ژی ڤێ رۆمانێ دخهملینه.
ژ رۆمانێ: "ناخوازم
هەر رۆژ بێژم 'تورکم و بەختەوەرم'. ما کەنگی ئەم تورکن؟ هەتا کەنگی ئەڤێ ل سەر خوە
قەبوول بکن؟ کەنگی تورکەک بەختەوەر هەیە؟ کەنگی تورک ژ مە چێترن؟..."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar