Navê
kitêbê: Pêlek ji bayê reva reş
Nivîskar: Ehmed
Balayî
Weşanxane: Spîrêz
Sala
weşanê: 2012
Hejmara
rûpelan: 115
Vegêr ku
nivîskar bi xwe ye, di vê romana belgeyî da, me bi çavên xwe dike bînerê reva
milyonî ya sala 1991ê û wê bobelata bi serê wî û xelkê başûrê Kurdistanê hatî.
Dûmahiya
adara 1991ê ye, Seddam şkestiye û leşkerê wî ji Kuwêtê hatiye derêxistin û wî
berê leşker û cebilcaneya xwe daye Kurdistanê da xelkê wê yê li dijî wî ser hildaye
ji nav bibe. Hêriş û kuştargeh dest pê dike û xelk ber bi sinoran direvin. Jina
wî bi seredan li malbaba xwe ye û ew bi tenê, bi çar zarokên xwe ra li mal e û
ew jî dikeve dû xelkê û rêya ber bi bakûr û tuxîban digire.
Ew di rê da
dixwaze biçe nexweşxaneya Azadî li Dihokê û binere ka Birayê wî yê di
serhildanê da birîndar bûbû di çi rewş da ye, lê nexweşxane li bin topbaranê bi
ser yên tê da heriftiye û kesê sax tê da nemaye û birayê wî jî di nav da. Êdî,
ew bi her çar zarokên xwe ra rêya gelî ber bi Swaretûka û Metîna digire û heta
digehe serê çiyayê Qedumeyî li hindav Aşûtê, ku niqteyek bilind ji sinorê
çêkirî yê di navbera başûr û bakûr da ye û li aliyê dî cendirmeyên tirk bi
çekên xwe ve hêrişê dikin ser wan û rê nadin kurdên aliyê bakûr alîkariya xwîşk
û birayên xwe yên başûr bikin.
Ji wir û
heta ew li kampa penaberan li Çelê bicih dibin çend şev û rojên dijwar û pirî
êş derbas dibin û em bê hejmar zaro, jin û mêr û pîr û kalên birsî, kesîre, bêtaqetbûyî
û mirî dibînin. Ji ber ba û rêbarên nexweş û êş û birsîbûn û tirsê kes li kesê
xwedî dernakeve û weha diqewime ku hindek zarokên xwe yên jihêzkeftî û kesên
xwe yên salmezin bo mirinê dihêlin û ruha xwe xilas dikin. Wekî roja qiyametê
ye û haya kesê ji yê dî nîne û malbat yekûdu berze dikin û ji hev vediqetin û
êş xem lê pirtir û girantir dibin.
Em di
wêneyekî da dibînin befr û barove ye û zaroyek li ser milê wî ye û yek jî bi
şûtka xwe ve girêdaye û li pişt xwe li ser befrê dixişîne û bi destên xwe herdu
yên mayîn girtine û hemî qerimî, birsî û di rewşeka pir perîşan da diçin. Berî
sinoran derbas bike du zaroyên wî dimirin û li kampa çelê dayika xwe dibîne û
jê dizane ku babê wî jî bi rê da miriye.
Behsê
reftara dujminkar û nemirovane ya leşker, mît û dewleta tirk li gel wan û bi
taybetî di kampê da û hewlên jehirkirina wan dike û çawa hemî yên di kampê da
serî li dijî desthilatdarên tirk yên kampê hil didin. Civata tenahiya
navneteweyî biryara 688ê dide û li dû wê hêzên Nato û hevpeymanan êdî
birêveberiya kampê hil didin ser milên xwe û piştî ragehandina hêla 36 û çêkirina zoma azad li başûrê Kurdistanê, rêya vegerê vebû û ew
jî, bi xelkê din ra vegeriya û hat mala xwe li taxa Şehîdan li Dihokê.
Ji rûperê 68: “Xelkê gundi çendîn hewil dan ku harîkariya me biken, me ji destên van nehingan qurtal biken, lê mît û çendirmên rijêma turk qedexe kir, nedihêla kesek nêzîk me bibît, rijêma turk em bi tawanek mezin gunhebar dikirîn, lê tinê guneha me ew bûye ku netewa me kurd e û em yên bi kurdî li gel êk dipeyivîn, peyva kurd li Turkiya ji (efyonî) bivetir e.”
ناڤێ کتێبێ: پێلهک ژ بایێ رهڤا رهش
نڤیسکار: ئهحمهد بالایی
وهشانخانه: سپیرێز
سالا وهشانێ: ۲۰۱۲
ههژمارا رووپهلان: ۱۱٥
ڤهگێر کو نڤیسکار ب خوه یه، د ڤێ رۆمانا
بهلگهیی دا، مه ب چاڤێن خوه دکه بینهرێ رهڤا ملیۆنی یا سالا١٩٩١ێ و وێ بۆبهلاتا
ب سهرێ وی و خهلکێ باشوورێ کوردستانێ هاتی.
دووماهیا ئادارا ١٩٩١ێ یه، سهددام شکهستیه
و لهشکهرێ وی ژ کووێتێ هاتیه دهرێخستن و وی بهرێ لهشکهر و جهبلخانهیا خوه
دایه کوردستانێ، دا خهلکێ وێ یێ ل دژی وی سهر هلدایه ژ ناڤ ببه. هێرش و
کوشتارگههـ دهست پێ دکه و خهلک بهر ب سنۆران درهڤن. ژنا وی ب سهرهدان ل
مالبابا خوه یه و ئهو ب تهنێ، ب چار زارۆکێن خوه را ل ماله و ئهو ژی دکهڤه
دوو خهلکێ و رێیا بهر ب باکوور و توخیبان دگره.
ئهو د رێ دا دخوازه بچه نهخوهشخانهیا
ئازادی ل دهۆکێ و بنهره کا برایێ وی یێ د سهرهلدانێ دا بریندار بووبوو، د چ رهوش
دا یه، لێ نهخوهشخانه ل بن تۆپبارانێ ب سهر یێن تێ دا ههرفتیه و کهسێ ساخ
تێ دا نهمایه و برایێ وی ژی د ناڤ دا. ئێدی، ئهو ب ههر چار زارۆکێن خوه را رێیا
گهلی بهر ب سوارهتووکا و مهتینا دگره و ههتا دگههه سهرێ چیایێ قهدومهیی
ل هنداڤ ئاشووتێ کو نقتهیهک بلند ژ سنۆرێ چێکری یێ د ناڤبهرا باشوور و باکوور
دا یە و ل ئالیێ دی جهندرمهیێن ترک ب چهکێن خوه ڤه هێرشێ دکن سهر وان و رێ نادن
کوردێن ئالیێ باکوور ئالیکاریا خویشک و برایێن خوه یێن باشوور بکن
ژ ور و ههتا ئەو ل کامپا پهنابهران ل چهلێ
بجهـ دبن چهند شهڤ و رۆژێن دژوار و پری ئێش دهرباس دبن و ئەم بێ ههژمار زارۆ،
ژن و مێر و پیر و کالێن برسی، کهسیره، بێتاقهتبوویی و مری دبینن. ژ بهر با و رێبارێن
نهخوهش و ئێش و برسیبوون و ترسێ کهس ل کهسێ خوهدی دهرناکهڤه و وهها دقهومه
کو هندهک زارۆکێن خوه یێن ژهێزکهفتی و کهسێن خوه یێن سالمهزن بۆ مرنێ دهێلن
و روحا خوه خلاس دکن. وهکی رۆژا قیامهتێ یه و هایا کهسێ ژ یێ دی نینه و
مالبات یهکوودو بهرزه دکن و ژ ههڤ ڤهدقهتن و ئێش خهم لێ پرتر و گرانتر دبن.
ئهم د وێنهیهکی دا دبینن بهفر و بارۆڤه یه و زارۆیهک ل سهر ملێ وی یه و یهک ژی ب شووتکا خوه ڤه گرێدایه و ل پشت خوه ل سهر بهفرێ دخشینه و ب دهستێن خوە ههردو یێن مایین گرتنه و ههمی قهرمی، برسی و د رهوشهکا پر پهریشان دا دچن. بهری سنۆران دهرباس بکه دو زارۆیێن وی دمرن و ل کامپا چهلێ دایکا خوه دبینه و ژێ دزانه کو بابێ وی ژی ب رێ دا مریه.
بەحسێ رەفتارا دوژمنکار و نەمرۆڤانە یا لەشکەر، میت و دەولەتا تورک ل گەل وان و ب تایبەتی د کامپێ دا و هەولێن ژەهرکرنا وان دکە و چاوا هەمی یێن د کامپێ دا سەری ل دژی دەستهلاتدارێن تورک یێن کامپێ هل ددن. جڤاتا ناڤنەتەوەیی بریارا ٦٨٨ێ ددە و ل دوو وێ هێزێن ناتۆ و هەڤپەیمانان ئێدی برێڤەبریا کامپێ هل ددن سەر ملێن خوە و پشتی راگەهاندنا هێلا ٣٦ و چێکرنا زۆما ئازاد ل باشوورێ کوردستانێ، رێیا ڤەگەرێ ڤەبوو و ئەو ژی ب خەلکێ دن را ڤەگەریا و هات مالا خوە ل تاخا شەهیدان ل دهۆکێ.
ژ رووپەرێ ٦٨: "خەلکێ گوندی چەندین
هەولدان کو هاریکاریا مە بکەن، مە ژ دەستێن ڤان نەهنگان قورتال بکەن، لێ میت جەندرمێن رژێما تورک قەدەخە کر، نەدهێلا کەسەک نێزیک مە ببیت، رژێما تورک ئەم ب
تاوانەک مەزن گونهەبار دکرین، لێ تنێ گونەها مە ئەو بوویە کو نەتەوا مە کوردە و
ئەم یێن ب کوردی ل گەل ئێک دپەیڤین، پەیڤا کوردی ل تورکیا ژ
(ئەفیونی)بڤەترە".
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar