Navê kitêbê: Dergehê dunyayê
Nivîskar: Sebrî Silêvanî
Weşanxane: Projeyê Muksî
Çapxane: li Tehranê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 328
Dergehê dunyayê romaneka pirmjar e û geryanek
e li dû pênasname û xwebûnê û ji bilî çîroka kesê serekî, herî kêm, şeş çîrokên
din jî di nav xwe da dihewîne.
Sêvdîn, bê dayik û bab e û xalê wî Seyidî
ew xwedî kiriye. Ew zarokîniya xwe li gundî derbas dike û di deh saliyê da ew û
Şemdîn dibin hevalên pir ji hev nêzîk û hemî rojên xwe li gel yekûdu bi keyf û
xweşî diborînin. Li gundê wî Kurdê û mela Yasîn bê zaok bûn û şevekê di çarde
saliya xwe da bi Kurdê ra radikeve û Kurdê jê hamil dibe, lê bes ew her du pê dizanin.
Aha pşitî wê şevê her tişt li nik Sêvdînî
dihê guhorîn û êdî ew nema Sêvdînê berê. Ew paşî wê nihêniyê ji hevalê xwe Şemdînî
ra dibêje û dû ra, şevekê li gel xalê xwe Seyidî diçe bo nav pêşmergeyan û nazivire
ve gundî. Sêvdîn dibe pêşmerge û li ser destê hevalê xwe Bedirxanî hînî xwendin
û nivîsandinê dibe. Xalê wî Seyid di şerî da dimire û ew çend gelek kartêkirina
xwe li wî dike. Setimîn dihê û biryar ji serî hat ku pêşmerge çekî deynin û xwe
teslîmî Îraqê bikin yan biçin û bibin penaber li Îranê. Sêvdîn çi ji her duyan
nake û xwe bo heyamekê li çiyayî asê dike.
Piştî demekê Sêvdîn jî xwe teslîm dike û
bi alîkarîya Farsî û jina wî Nomayê dikanekê vedikin û rewşa wan xweş û baş dibe,
lê şerê Îran û Îraqê dest pê dike û Sêvdîn jî neçar dibe ber bi leşkerîyê û
berokên şerî li dijî Îranê biçe. Ew û hevalê wî Remezan di şerî da dihên
êxisîrkirin û dibin girtî li kempên êxisîran li Îranê. Piştî şerê Îran û Îraqê Sêvdîn
vedigere û li hotêlekê dihêt bicihkirin. Xudanê taksîyekê ku navê wî Azer Amî
ye wî digehîne hotêlê û dibe hevalê wî û paşî wî ji hotêlê dibe mala xwe û
sêvdîn dibe destebirayê wî.
Sêvdîn rojekê di kovarekê da wêneyê keçekê
dibîne li gel helbesteka wê û ji çend xwendekaran dizane ku navê wê keçê Norhane
û keça mela Yasînî ye û mala wê li Sêmêlê ye û berî heyamekê tazîya babê wê bû.
Hîngê Sêvdîn pişt rast dibe ku ew keça wî û Kurdê ye. Ew li dû wê digere û
carekê li ser ziyaretan wê ji dûr ve dibîne.
Wextê daiş hêrşê dike ser Kurdistanê Sêvdîn
li hewara hevalê xwe yê pêşmerge li Şengalê Azarî diçe û paşî li Kobanî di şerê
li dijî daişê da dihê kuştin.
Sêvdînî, berî mirina xwe li Kobanî navnîşan
û telefona parêzerekî dabû hevalê xwe Azerî û gotibûyê ku wî nîva serwet û
samanê xwe xistiye ser navê Norhanê. Azer piştî mirina Sêvdînî peyama wî
dgehîne Norhanê û li dû soza xwe ya dabû Sêvdînî wê bi tenê nahêle.
Xwendevan vê serhatîya Sêvdînî bi rêya şeş
vegêran; Deştî, Bedirxan, Brehîmê Xerbend, Farisê Rehîmî, Remezan û Azer Amî
nas dike. Gelek çîrok, mjarên civakî, siyasî, dîrokî, hizrî, rexneyî û hêj
bêhtir di şeş beşên vê çîrokê da hene û ev pêkve panoramayekê li ser rewşa
civakî, siyasî, hizrî û dîrokî ya kurdistanê berçav dkin.
ناڤێ
کتێبێ: دەرگەهێ دونیایێ
نڤیسکار:
سەبری سلێڤانەیی
وەشانخانە:
پرۆژێ موکسی
چاپخانە:
ل تەهرانێ
سالا
وەشانێ: ٢٠١٩
هژمارا ڕووپەلان: ٣٢٨
دەرگەهێ
دونیایێ ررۆمانەکا پرمژارە وگەریانەکە ل دوو پێناسنامە و خوەبوونێ و ژ بلی چیرۆکا
کەسێ سەرەکی، هەری کێم، شەش چیرۆکێن دی ژی د ناڤ خوە دا دحەوینە.
سێڤدین،
بێ دایک و بابە و خالێ وی سەیدی ئەو خودان کریە. ئەو زارۆکینیا خوە ل گوندی دەرباس
دکت و د دەهـ سالیێ دا ئەو و شەمدین دبن هەڤالێن پڕ ژ هەڤ نێزیک و هەمی رۆژێن خوە
ل گەل یەکودو ب کەیف و خوەشی دبۆرینن. ل گوندێ وی کوردێ و مەلا یاسین
بێ زاۆک بوون و شەڤەکێ د چاردە سالیا خوە دا ب کوردێ را رادکەڤت و کوردێ ژێ حامل
دبت، لێ بەس ئەو هەر دو پێ دزانن.
ئاها
پشتی وێ شەڤێ هەر تشت ل نک سێڤدینی دهێت گهۆرین و ئێدی ئەو نەما سێڤدینێ بەرێ. ئەو
پاشی وێ نهێنیێ ژ هەڤالێ خوە شەمدینی را دبێژت و دوو را شەڤەکێ ل گەل خالێ خوە سەیدی
دچت بۆ ناڤ پێشمەرگەیان و نازڤرت ڤە گوندی. سێڤدین دبت پێشمەرگە و ل سەر دەستێ
هەڤالێ خوە بەدرخانی هینی خواندن و نڤیساندنێ دبت. خالێ وی سەید د شەری دا دمرت و
ئەو چەند گەلەک کارتێکرنا خوە ل وی دکت. سەتمین دهێت و بریار ژ سەری هات کو
پێشمەرگە چەکی دەینن و خوە تەسلیمی عیراقێ بکن یان بچن و ببن پەنابەر ل ئیرانێ. سێڤدین
چ ژ هەر دویان ناکت و خوە بۆ هەیامەکێ ل چیایی ئاسێ دکت.
پشتی
دەمەکێ سێڤدین ژی خوە تەسلیم دکت و ب ئالیکاریا فارسی و ژنا وی نۆمایێ دکانەکێ
ڤەدکن و رەوشا وان خوەش و باش دبت، لێ شەرێ ئیران و عیراقێ دەست پێ دکت و سێڤدین ژی
نەچار دبت بەر ب لەشکەریێ و بەرۆکێن شەری ل دژی ئیرانێ بچت. ئەو و هەڤالێ وی
رەمەزان د شەری دا دهێن ئێخسیرکرن و دبن گرتی ل کەمپێن ئێخسیران ل ئیرانێ. پشتی
شەرێ ئیران و عیراقێ سێڤدین ڤەدگەرت و ل هۆتێلەکێ دهێت بجهکرن. خودانێ تاکسیەکێ کو
ناڤێ وی ئازەر ئامی یە وی دگەهینت هۆتێلێ و دبت هەڤالێ وی و پاشی وی ژ هۆتێلێ دبت
مالا خوە و سێڤدین دبت دەستەبرایێ وی.
سێڤدین
رۆژەکێ د کۆڤارەکێ دا وێنەیێ کەچەکێ دبینت ل گەل هەلبەستەکا وێ و ژ چەند خواندەکاران
دزانت کو ناڤێ وێ کەچی نۆرهانە و کەچا مەلا یاسینی یە و مالا وی ل سێمێلێ یە و
بەری هەیامەکێ تازییا بابێ وێ بوو. هینگێ سێڤدین پشت راست دبت کو ئەو کەچا وی و
کوردێ یە. ئەو ل دوو وێ دگەرت و جارەکێ ل سەر زیارەتان وێ ژ دوور ڤە دبینت.
وەختێ
داعش هێرشی دکت سەر کوردستانێ سێڤدین ل هەوارا هەڤالێ خوە یێ پێشمەرگە ل شەنگالێ
ئازەری دچت و ل کۆبانی د شەرێ ل دژی داعشێ دهێت کوشتن.
سێڤدینی،
بەری مرنا خوە ل کۆبانی ناڤنیشان و تەلەفۆنا پارێزەرەکی دابوو هەڤالێ خوە ئازەری و
گووتبوویێ کو وی نیڤا سەروەت و سامانێ خوە خستیە سەر ناڤێ نۆرهانێ. ئازەر پشتی
مرنا سێڤدینی پەیاما وی دگەهینە نۆرهانێ و ل دوو سۆزا خوە یا دابوو سێڤدینی وێ ب
تەنێ ناهێلت.
خواندەڤان
ڤێ سەرهاتیا سێڤدینی ب رێیا شەش ڤەگێران؛ دەشتی، بەدرخان، برەهیمێ خەربەند، فارسێ
رەحیمی، رەمەزان و ئازەر ئامی ناس دکت. گەلەک چیرۆک، مژارێن جڤاکی، سیاسی، دیرۆکی،
هزری، رەخنەیی و هێژ بێهتر د شەش بەشێن ڤێ چیرۆکێ دا هەنە و ئەڤ پێکڤە پانۆرامەیەکێ
بەرچاڤ دکن.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar