Navê
kitêbê: Naxên Derizî
Nivîskar: Umêd Segvan
Weşanxane: Pertûkxaneya Xanî li Dihokê
Çapxane: Rênma li Silêmaniyê
Sala weşanê: 2016
Hejmara rûpelan: 275
Arêşeyên
civakî û bandora wan ya domdirêj li ser kesên pê têkildar, rewşa zarokên hejar
û bê semyan û ji kolanan ra hiştî, ji babetên serekî yên romana civakî ya bi
navê Naxên derizî ye.
Zamdar
yekaneyê dêûbavên xwe yên hejar e. Dilop, keҫa cîranan û şagirda heman
dibistana wî, hez jê dike û xwe jê nêzîk dike, ew wê dostînîya wê naxwaze û
gotinên kirêt dibêjeyê. Ew jî ji ber ku wî kerb ji dilopan vedibû û zivistanan
ji ber dilopan nedikarî di odeya malê de binve.
Zamdarê sinêle
xwe ji xelkî dûr digire û direve nava xwe û xeyalan û di wê hemiyê de xwe yê
wênegir û kevalҫêker peyda dike. Ew bi derbasbûna wextî ra hest pê dike ku wî
dilê Dilopê şikandiye û ew karekê nebaş bû.
Babê
Zamdarî dibe kadirê partiyekê û piştî serhildanê dibe berpirs û dewlemend û
rewşa wan ya aborî pir baş dibe. Zamdar hest bi kêmasiyekê dike û gazindeyan ji
bejna xwe ya kurt dike û bab, ji bo ҫareseriyê wî dibe cem doktoran. Zamdar li Peymangeha
hunerên ciwan dixwîne û li wê derê du keҫan nas dike, Endêşe û û Meyav û dilê wî dikeve Meyavê.
Lê Endêşe bi huner û bizivokiya xwe berê wî bide xwe û kerbê li hember Meyavê
di nav wî da diҫîne. Kerba zamdarî ji Meyavê digehe wê astê ku ew tabloyeka wê
ya rûs ҫêdike û bi dîwarekê peymangehê ve dadileqîne. Meyav gelek bi wê reftara
wî diêşe û bo demekî ji peymangehê vediqete.
Zamdar,
paşî pê dizane ku Meyav heman ew Dilop e ya ku wî di zarokîniyê de dexisandî û
kirêtkirî. Gelek ji wê reftara xwe êciz dibe, dev ji Endêşeyê ber dide û dibe
hevalê nêzîk yê Meyavê û bê razîbûna babê xwe pê dizewice û ji mala babê xwe
cida dibe û kurekê wan cêdibe.
Bab, yê
dewlemend û xudan desthilat bela xwe ji Zamdarî venake û şerê gumanê pê ra dike,
ji bo ku ew dev ji jina xwe berbide. Wî dibe cem doktorekî û fehesekê jê ra
dike û li gor dokotrî encamên fehsê nîşan didin ku wî zarok nabin, anku ew kurê
Dilopê, ne yê wî ye. Ev pir kar dike ser wî û roj bo rojê guman û kerb li
hember Dilopê li cem wî mezintir dibe û rojekê li bin wan givaşan bi kêrê êrişê
dike ser Dilopê û wê di xwînê da bê liv dihêle.
Ji ber
peywendiyên babê, ew nayê girtin û Zamdarê weha têgehiştibû ku wî Dilop kuştiye
û nedizanî ka ҫi bi serê kurê Dilopê hatiye diҫe Fransayê. Ew li Fransayê wî
doktorî dibîne yê ku fehis jê ra kiribû û gotibûyê ku wî zarok nabin. Ji wî
doktorî dizane ku ew direw bû û babê wî jê xwestibû ew weha bibêjeyê da ku ew
jina xwe bihêle. Babê wî dimire û ew piştî yazde salên li derve vedigre bajarê
xwe û li ser hunera wênegirtin û kevalҫêkirinê berdewam dibe û gelek navdar
dibe.
Ew rojekê
kurekê biҫûk yê hejar û cigarefiroş li ser cehdeyekê dibîne, wî wêne dike û resmekî
jê ҫêdike û ew keval bi nav û deng dibe û giran tê firotin. Ew zarok Kejo ye û qaşo
bê dayik û bab e û bi dapîra xwe ya nexweş û hejar ra dijî. Kejo wî wêneyê xwe
li dikana kevalfiroşekî dibîne û hewlên dizîna wî wêneyê dide û ji ber wê ҫendê
rastî arêşeyan dibe, lê di dawiyê da wî didze.
Zamdar kesekê
masîgir bi navê Mîrxan û keҫekê li mala wî bi navê Kevan, ku gotin û reftarên
wê û heta dêmê wê jî wek Dilopê bûn nas dike û bi Kevanê ra dibe dost. Di nava
vê heyama mana xwe da li bajarê xwe, ji hejmareka jê ra nenas peyam dihên, hemî
jî gef in û gotinên peywendî bi kuştina Dilopê ve ne.
Gumana ku
Dilop sax e û ev peyamên wê ne, di nav wî da bihêz dikeve û ji wî efserê
berpirsiyar ji dosyeya Dilopê dizane ku wan kelexê wê li cihê bûyerê nedîtibû.
Êdî ew têdigehe ku Kevan bi xwe Dilop e.
Ew berê tirimbêla
xwe dide wê kolan û mala ku wî ew gelek caran li ber derî dîtibû. Di heman gavê
da Dilop, ya ku ku kurê xwe Kejo peyda kiribû, ji wê malê derdikeve û li ser
cehdeyê dixwaze taksiyekê bigre û bi kurê xwe ra dûr, ber bi rojhilatê ve biҫe.
Aha di wê kêliyê da Zamdar bi tirimbêla xwe ya bi lez dihajot diyar dibe û bê
heza xwe li her duyan dide û wan dikuje. Ew dihê girtin û xwe li zîndanê
dikuje.
Serhatiyên
di vê berhemê da gelek in û bi taybetî serhatiya Kejoyî û hevalên wî yên zarok.
Herweha ҫîroka Mojganê ya ku dihê neҫarkirin ku bibe pêguhorka birayê xwe û ka
ҫi hat serê wê. Cîroka Xelekî û babê wî yê li ber ҫavên wî leşfiroşî bi dayika
wî dikir. Ҫîroka Mîrxanê masîgir û pêşmergetiya wî û hêj kesên din bi sohbet û
serhatiyên xwe ve.
ناڤێ کتێبێ: ناخێن دەرزی
نڤیسکار: ئومێد سەگڤان
وەشانخانە: پەرتووکخانەیا خانی ل
دهۆکێ
چاپخانە: رێنما ل سلێمانیێ
سالا وەشانێ: ٢٠١٦
هەژمارا
ڕووپەلان:
ئارێشهیێن جڤاکی و
باندۆرا وان یا دۆمدرێژ ل سهر کهسێن پێ تێکلدار، ڕهوشا زارۆکێن ههژار و بێ سهمیان
و ژ کۆلانان ڕا هشتی، ژ بابهتێن سهرهکی یێن ڕۆمانا جڤاکی یا ب ناڤێ ناخێن دهرزی
یه.
زامدار یهکانهیێ
دێوباڤێن خوه یێن ههژاره. دهمێ دلۆپ، کهچا جیرانان و شاگردا ههمان دبستانا وی،
حهز ژێ دکه و خوه ژێ نێزیک دکه، ئهو وێ دۆستینیا وێ ناخوازه و گۆتنێن کرێت
دبێژهیێ. ئەو ژی ژ بەر کو وی کەرب ژ
دلۆپان ڤەدبوو و زڤستانان ژ بەر دلۆپان نەدکاری د ئۆدەیا مالێ دا بنڤە.
زامدارێ سنێله
خوه ژ خهلکی دوور دگره و درهڤه ناڤا خوه و خهیالان و د وێ ههمیێ ده خوه یێ
وێنهگر و کهڤالچێکهر پهیدا دکه. ئهو ب دهرباسبوونا وهختی ڕا ههست پێ دکه
کو وی دلێ دلۆپێ شکاندیه و ئهو کارهکێ نهباش بوو.
بابێ زامداری دبه
کادرێ پارتیهکێ و پشتی سهرهلدانێ دبه بهرپرس و دهولهمهند و ڕهوشا وان یا ئابۆری
پر باش دبه. زامدار ههست ب کێماسیهکێ دکه و گازندهیان ژ بهژنا خوه یا کورت
دکه و باب، ژ بۆ چارەسەریێ وی دبە جەم دکتۆران. زامدار ل پهیمانگهها هونهرێن جوان دخوینه و
ل وێ دهرێ دو کهچان ناس دکه؛ ئهندێشه و مهیاڤ و دلێ وی دکهڤه مهیاڤێ. لێ
ئهندێشه ب هونەر و بزڤۆکیا خوه بهرێ وی دده خوه و کهربێ ل ههمبهر مهیاڤێ
د ناڤ وی دا دچینه. کهربا زامداری ژ مهیاڤێ دگههه وێ ئاستێ کو ئهو تابلۆیەکا
وێ یا ڕووس چێدکه و ب دیوارهکێ پهیمانگههێ ڤه دادلهقینه. مهیاڤ گهلهک ب
وێ ڕهفتارا وی دئێشه و بۆ دهمهکی ژ پهیمانگههێ ڤهدقهته.
زامدار، پاشی پێ
دزانه کو مهیاڤ ههمان ئهو دلۆپه یا کو وی د زارۆکینیێ دا دهخساندی و کرێتکری.
گهلهک ژ وێ ڕهفتارا خوه عێجز دبە، دهڤ ژ ئهندێشهیێ بهر دده و دبه ههڤالێ
نێزیک یێ مهیاڤێ و بێ ڕازیبوونا بابێ خوه پێ دزهوجه و ژ مالا بابێ خوه جدا
دبه و کورهکێ وان چێدبه.
باب، یێ دهولهمهند
و خودان دهستهلات، بهلا خوه ژ زامداری ڤهناکه و شهرێ گومانێ پێ ڕا دکه ژ بۆ
کو ئهو دهڤ ژ ژنا خوه بهربده. وی دبه جهم دکتۆرهکی و پشکنینەکێ ژێ ڕا دکه
و ل گۆر دکتۆری ئهنجامێن فهحسێ نیشان ددن کو وی زارۆک نابن، ئانکو ئهو کورێ دلۆپێ،
نە یێ وی یە. ئهڤ پر کار دکه سهر وی و ڕۆژ بۆ ڕۆژێ گومان و کهرب ل ههمبهر دلۆپێ
ل جهم وی مهزنتر دبه و ڕۆژهکێ ل بن وان گڤاشان ب کێرێ ئێرشێ دکه سهر دلۆپێ و
وێ د خوینێ دا بێ لڤ دهێله.
ژ بهر پهیوهندیێن
بابێ، ئهو نایێ گرتن و زامدارێ وەها تێگەهشتبوو
کو وی دلۆپ کوشتیە و نهدزانی کا چ ب سهرێ کورێ دلۆپێ ژی هاتیه دچه فرانسایێ.
ئهو ل فرانسایێ وی دکتۆری دبینه یێ کو فهحس ژێ ڕا کربوو و گۆتبوویێ کو وی زارۆک
نابن. ژ وی دکتۆری دزانه کو ئهو درهو بوو و بابێ وی ژێ خوهستبوو ئهو وهها ببێژهیێ
دا کو ئهو ژنا خوه بهێله. بابێ وی دمره و ئهو پشتی یازده سالێن ل دهرڤه ڤهدگره
باژارێ خوه و ل سهر هونهرا وێنهگرتن و کهڤالچێکرنێ بهردهوام دبه و گهلهک
ناڤدار دبه.
ئهو ڕۆژهکێ کورهکێ
بچووک یێ ههژار و جگارهفرۆش ل سهر جههدهیهکێ دبینه، وی وێنه دکه و رەسمەکی
ژێ چێدکه و ئهو کهڤال ب ناڤ و دهنگ دبه و گران دهێ فرۆتن. ئهو زارۆک کهژۆ یه
و قاشۆ بێ دایک و بابه و ب داپیرا خوه یا نهخوهش و ههژار ڕا دژی. کهژۆ وی وێنهیێ
خوه ل دکانا کهڤالفرۆشهکی دبینه و ههولێن دزینا وی وێنهیی دده و ژ بهر وێ چهندێ
ڕاستی ئارێشهیان دبه، لێ د داویێ دا وی ددزه.
زامدار کهسهکێ
ماسیگر ب ناڤێ میرخان و کهچهکێ ل مالا وی ب ناڤێ کهڤان، کو گۆتن و ڕهفتارێن وێ
و ههتا دێمێ وێ ژی وهک دلۆپێ بوون، ناس دکه و ب کهڤانێ ڕا دبه دۆست. د ناڤا ڤێ
ههیاما مانا خوه دا ل باژارێ خوه، ژ ههژمارهکا ژێ ڕا نهناس پهیام دهێن، ههمی
ژی گهفن و گۆتنێن پهیوهندی ب کوشتنا دلۆپێ ڤە نە.
گومانا کو دلۆپ
ساخه و ئهڤ پهیامێن وێ نه، د ناڤ وی دها بهێز دکهڤه و ژ وی ئهفسهرێ بهرپرسیار
ژ دۆسیهیا دلۆپێ دزانه کو وان کهلهخێ وێ ل جهێ بوویهرێ نهدیتبوو. ئێدی ئهو
تێدگههه کو کهڤان ب خوه دلۆپه.
ئەو بەرێ ترمبێلا
خوه دده وێ کۆلان و مالا کو وی ئهو گهلهک جاران ل بهر دهریێ وێ دیتبوو. د
ههمان گاڤێ دا دلۆپ، یا کو کو کورێ خوه کهژۆ پهیدا کربوو، ژ وێ مالێ دهردکهڤه
و ل سهر جههدهیێ دخوازه تاکسیهکێ بگره و ب کورێ خوه ڕا دوور بهر ب ڕۆژهلاتێ
ڤه بچه. ئاها د وێ کێلیێ دا زامدار ب ترمبێلا خوه یا ب لهز دهاژۆت دیار دبه و
بێ حهزا خوه ل ههر دویان دده و وان دکوژه. ئهو دهێ گرتن و خوه ل زیندانێ
دکوژه.
سهرهاتیێن د ڤێ بهرههمێ
دا گهلهکن و ب تایبهتی سهرهاتیا کهژۆیی و ههڤالێن وی یێن زارۆک. ههروهها چیرۆکا
مۆژگانێ یا کو دهێ نهچارکرن کو ببه پێگوهۆرکا برایێ خوه و کا چ هات سهرێ وێ. چیرۆکا
خهلهکی و بابێ وی یێ ل بهر چاڤێن وی لهشفرۆشی ب دایکا وی دکر. چیرۆکا میرخانێ
ماسیگر و پێشمهرگەتیا وی و هێژ کهسێن دی ب سۆحبهت و سهرهاتیێن خوه ڤه.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar