Navê kitêbê: Vînzax
Nivîskar: Nîşan Bamernî
Weşanxane: Pirtûkxaneya Xanî li Dihokê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 254
Vînzax behsê viyana axê û welatî û du evîndaran û ya bi serê wan hatî
dike. Navê vê romanê Vînzax bi xwe jî, ji navên herdu evîndaran, Vînax û Vînza
pêk hatiye.
Leşker û hêzên desthilata dagîrker berdewam in li ser hêrişa xwe bo ser xelkê Kurdistanê û welatê wan û xelk û pêşmerge jî di berxwedaneka berdewam da ne. Di nava vê rewşê da û di nav şoreşê de Vînax ji dayik dibe. Ew bi malbata xwe ve li gundê xwe yê bi navê Milmilanê binecih dibin.
Vinax diçe dibistanê û şagirdekê gelek jêhatî ye û li gel mezinbûna xwe di temenî da, heza wî ji bo xwandinê û welatî û pêşmergeyan roj bo rojê xorttir dibe. Ew, ji bo xebatê li dijî dagîrkerîyê dikeve nav rêxistinên nihênî. Ji bo xwandina lîseyê diçe bajêrê Nihêniyan û li wê derê dibe hevalê Navendî û pev ra di rêxistineka nihênî da li dijî desthilata dagîrker kar dikin.
Malbateka dî ji Milmilanê çûbû bajêrê Serdestan li dûrî Kurdistanê û ew jî, hem ji bo çareserîya nexweşîya Ruhanê û hem ji bo ku mêrê wê li wê derê kar bike û debara xwe bikin. Lê mêrê Ruhanê ji ber kurdbûnê li wî bajêrê dagîrkeran dihê girtin û Ruhan bi tena serê xwe, keça xwe Vînzayê û kurê xwe Bêwarî mezin dike. Ew naxwaze ji mêrê xwe yê li wê derê zîndankirî dûr bikeve û vegere Kurdistanê.
Vînza li gel kurdbûnê û heza welatî mezin dibe û dixwaze welat û gundê xwe bibîne.Ew li gel dayik û birayê xwe dihên seredana xaleta xwe Gulîzarê li Milmilanê. Li wê derê Vînaxî nas dike û ne bes hez ji hevûdu dikin, lê herweha dibin hevalên eynî rêxistina nihênî.
Vînza vedigere bajêrê Serdestan û li wê derê piştî xwandinê dest bi
karekî dike, lê hem pismamê wê yê xwefiroş û hem desthilatdarekê rijêmê bi navê
Cadirî bela xwe jê venakin.
Keyfa Vînzayê dihê demê Vînax piştî lîseyê û ji bo xwandinê dihê bajêrê wan. Lê belê ew keyf dom nake û hem babê wê dihê sêdaredan û hem jî ew Cadir destdirêjîyê dike ser Vînzayê wextê ku ew ji karê xwe vedigeriya malê û wê birîndar dike. Vînza ji ber birînên xwe li nexweşxaneyê dimire û wê li Kurdistanê vedişêrin û dayik û birayê wê dizivirin Kurdistanê.
Vînax rojekê diçe bajêrê Serdestan û bi debanceyê wî şerfiroşê bi navê Cabirî dikuje û vedigere Kurdistanê û bi Navendî ra diçin deverên azadkirî û dibin pêşmerge.
Enfal bi ser wan da dihên û paşî dibe serhildan û Vînax di serhildanê da dihê kuştin, lê ew dilxweş bû ku wî berî mirina xwe azadî bi çavên xwe dît û dê bigehe hezkirîya xwe Vînzayê jî.
Gelek kes bi çîrokên xwe ve di vê romanê da ne û ev berhem hewil dide
wêneyekê derdeserîyên kurdan û zilma dagîrkeran ya li ser wan wêne bike.
ناڤێ کتێبێ: ڤینزاخ
نڤیسکار: نیشان بامەرنی
وەشانخانە: پرتووکخانەیا خانی ل
دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ٢٥٤
ڤینزاخ بهحسێ ڤیانا ئاخێ و وهلاتی و دو ئهڤینداران و یا ب سهرێ
وان هاتی دکه. ناڤێ ڤێ ڕۆمانێ ڤینزاخ ب خوه ژی، ژ ناڤێن ههردو ئهڤینداران، ڤیناخ
و ڤینزا پێک هاتیه.
لهشکهر و هێزێن دهستهلاتا داگیرکهر بهردهوامن ل سهر هێرشا خوه
بۆ سهر خهلکێ کوردستانێ و وهلاتێ وان و خهلک
و پێشمهرگه ژی د بهرخوهدانهکا بهردهوام دا نه. د ناڤا ڤێ ڕهوشێ دا
و د ناڤ شۆڕهشێ دا ڤیناخ ژ دایک دبه. ئهو ب مالباتا خوه ڤه ل گوندێ خوه یێ ب
ناڤێ ململانێ بنەجهـ دبن.
ڤیناخ دچه دبستانێ و شاگردهکێ گهلهک ژێهاتی یه و ل گهل مهزنبوونا
خوه د تهمهنی دا، حهزا وی بۆ خواندنێ و وهلاتی و پێشمهرگهیان ڕۆژ بۆ ڕۆژێ خۆرتتر
دبه. ئهو، ژ بۆ خهباتێ ل دژی داگیرکهرییێ دکهڤه ناڤ ڕێخستنێن نهێنی. ژ بۆ
خواندنا لیسهیێ دچه باژێرێ نهێنیان و ل وێ دهرێ دبه ههڤالێ ناڤهندی و پهڤ ڕا
د ڕێخستنهکا نهێنی دا ل دژی دهستهلاتا داگیڕکهر کار دکن.
مالباتهکا دی ژ ململانێ چووبوو باژێرێ سهردهستان ل دووری کوردستانێ
و ئهو ژی، ههم ژ بۆ چارهسهرییا نهخوهشییا ڕوحانێ و ههم ژ بۆ کو مێرێ وێ ل وێ
دهرێ کار بکه و دهبارا خوه بکن. لێ مێرێ ڕوحانێ ژ بهر کوردبوونی ل وی باژێرێ
داگیرکهران دهێ گرتن و ڕوحان ب تهنا سهرێ خوه، کهچا خوه ڤینزایێ و کورێ خوه
بێواری مهزن دکه. ئهو ناخوازه ژ مێرێ خوه یێ ل وێ .دهرێ زیندانکری دوور بکهڤه
و ڤهگهره کوردستانێ
ڤینزا ل گهل کوردبوونێ و حهزا وهلاتی مهزن دبه و دخوازه وهلات
و گوندێ خوه ببینه. ئهو ل گهل دایک و برایێ خوه دهێن سهرهدانا خالهتا خوه
گولیزارێ ل ململانێ. ئەو ل وێ دهرێ ڤیناخی ناس دکه و نه بهس حهز ژ ههڤوودو
دکن، لێ ههروهها دبن ههڤالێن عهینی ڕێخستنا نهێنی.
ڤینزا ڤهدگهره باژێرێ سهردهستان و ل وێ دهرێ پشتی خواندنێ دهست
ب کارهکی دکه، لێ ههم پسمامێ وێ یێ خوهفرۆش و ههم دهستهلاتدارهکێ ڕژێمێ ب
ناڤێ جادری بهلا خوه ژێ ڤهناکن.
کهیفا ڤینزایێ دهێ دهمێ ڤیناخ پشتی لیسهیێ و ژ بۆ خواندنێ دهێ باژێرێ
وان. لێ بهلێ ئهو کهیف دۆم ناکه و ههم بابێ وێ دهێ سێدارهدان و ههم ژی ئهو
جادر دهستدرێژییێ دکه سهر ڤینزایێ وهختێ کو ئهو ژ کارێ خوه ڤهدگهریا مالێ
و وێ بریندار دکه. ڤینزا ژ بهر برینێن خوه ل نهخوهشخانهیێ دمره و وێ ل
کوردستانێ ڤهدشێرن و دایک و برایێ وێ دزڤرن کوردستانێ.
ڤیناخ ڕۆژهکێ دچە باژێرێ سەردەستان و ب دهبانجهیێ وی شهرفرۆشێ ب
ناڤێ جابر دکوژه و ڤهدگهره کوردستانێ و ب ناڤهندی ڕا دچن دهڤهرێن ئازادکری
و دبن پێشمهرگه.
ئهنفال ب سهر وان دا دهێن و پاشی دبه سهرهلدان و ڤیناخ د سهرهلدانێ
دا دهێ کوشتن، لێ ئهو دلخوهش بوو کو وی بهری مرنا خوه ئازادی ب چاڤێن خوه دیت
و دێ بگههه حهزکرییا خوه ڤینزایێ ژی.
گهلهک کهس ب چیرۆکێن خوه ڤه د ڤێ ڕۆمانێ دا نه و ئهڤ بهرههم
ههول دده وێنهیهکێ دهردهسەرییێن کوردان و زلما داگیرکهران یا ل سهر وان وێنه
بکه.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar