Navê kitêbê: Memo kew berda
Nivîskar: Hesen
Îbrahîm
Weşanxane:
Çapxaneya şehîd Azad Hewramî li Kerkûkê
Sala
weşanê: 2008
Hejmara
rûpelan:
Romana Memo
kew berda, êş û xemên mirovê kurd, miletê kurd û welatê wan û zordarîya dagîrker lê dikin, wêne û berçav dike.
Memo zarok e
û karê boyaxkirina pêlavan li ser cehdeyan dike. Wî ji dayika xwe zanîbû ku serbazekî,
xudan postalekî babê wî kuştiye. Rojekê efserekê leşkerê îraqî postala di pêyê
xwe de dideyne ber Memoyî ji bo ku ew jê ra boyax bike û ew postal, demildest
kujekê babê wî diîne bîra wî. Herçend ew bi hêceta nebûna boyaxê naxwaze wê
postalê boyax bike, lê dihê neçar kirin. Ji bilî wê jî xudanê postalê di tirimbêla
xwe da kewek di rikehekê da hebû û ji Memoyî xwest avê bideyê û demê Memo kewî
dibîne, ew yekser dizane ku ew kewê bapîrê wî ye. Diyar dibe ku wî serbazî di hêrişa
leşkerê dagîrkerî da bo ser gundan, bapîrê wî kuştiye û kewê wî ji xwe ra biriye.
Memo di wê kêlîkê da nikare bêdeng bibe, dixeyide û kewî ji qefesê azad dike,
lê ew li şûna kewî dihê girtin û bi hevkarîya bi pêşmergeyan ra dihê tawanbar
kirin.
Herweha
hevalê wî Şêrko jî, ku dê wê rojê Memo çûba daweta wî, di roja zavanîya xwe da
dihê girtin. Memo bi lêdan û azardanê di girtîgehê da dihê kuştin. Şêrko di
zîndanê da, ji hevalê xwe Lawînî dizane ku Memo hatiye kuştin. Şêrko bi xwe jî
û piştî ku lêdan û êşkencedaneka zor lêhatiye kirin, hat neçar kirin ku li ser
kaxezekê îmze bike û di wan gavan da, wî pê xweştir bû û ji bo ku ji lêdan û ezaba
wan rizgar bibe, li ser mirina xwe îmze bike.
Wî dibin
zîndaneka dî ku mehkûmên wê di piraniyê da kurd in û her roj desteyeka wan ber
bi mirinê, sêdaredan û gullebarankirinê dibin û desteyeka nû diînin. Bi rêya
Şêrkoyî xwendevan li ser rewşa wê zîndanê û girtîyên wê û rewşa kurdan û welatê
wan serwext dibe. Şêrko ji Lawînê girtî dizane ku jina wî ducan e û kesûkarên
wî û pêşmerge weha dizanin ku ew hatiye kuştin û dê tola wî vekin. Di nava wan bûyer,
hest û hizrên di navbera mirin û jiyanê, ketin û berxwedanê da haya mirovî ji
gelek sohbetan dibe û ji wan çîroka evîna Şêrkoyî û jina wî û roja dawet û
zavanîyê û heta girtinê.
Em li dawiyê
dibînin kelexê Şêrkoyê kuştî bi tirimbêlekê digehe ber derê mala babê wî û her
di eynî wextî da pêçûlka zarokê wî yê nûbûyî bi tirimbêleka dî li gel jina wî
digehin eynî cihî û eynî malê.
ناڤێ کتێبێ: مەمو
کەو بەردا
نڤیسکار: حەسەن
ئیبراهیم
وەشانخانە: چاپخانەیا
ئازاد هەورامی ل کەرکووکێ
سالا وەشانێ: ٢٠٠٨
هەژمارا رووپەلان:
ڕۆمانا مهمو کهو بهردا، ئێش
و خهمێن مرۆڤێ کورد، ملهتێ کورد و وهلاتێ وان و زۆرداریا داگیرکهر لێ دکن، وێنه
و بهرچاڤ دکه.
مهمو زارۆکه و کارێ بۆیاغکرنا
پێلاڤان ل سهر جههدهیان دکه. وی ژ دایکا خوه زانیبوو کو سهربازهکی، خودان پۆستالهکی
بابێ وی کوشتیه. ڕۆژهکێ ئهفسهرهکێ لهشکهرێ عیراقی پۆستالا د پێیێ خوه ده
ددهینه بهر مهمۆیی ژ بۆ کو ئهو ژێ ڕا بۆیاغ بکه و ئهو پۆستال، دهملدهست
کوژهکێ بابێ وی دئینه بیرا وی. ههرچهند ئهو ب هێجهتا نهبوونا بۆیاغێ
ناخوازه وێ پۆستالێ بۆیاغ بکه، لێ دهێ نهچار کرن. ژ بلی وێ ژی خودانێ پۆستالێ د
ترمبێلا خوه دا کهوهک د ڕکهههکێ دا ههبوو و ژ مهمۆیی خوهست ئاڤێ بدهیێ و دهمێ
مهمۆ کهوی دبینه، ئهو یهکسهر دزانه کو ئهو کهوێ باپیرێ وی یه. دیار دبه
کو وی سهربازی د هێرشا لهشکهرێ داگیرکهری دا بۆ سهر گوندان، باپیرێ وی کوشتیه
و کهوێ وی ژ خوه ڕا بریه. مهمۆ د وێ کێلیکێ دا نکاره بێدهنگ ببه، دغهیده
و کهوی ژ قهفهسێ ئازاد دکه، لێ ئهو ل شوونا کهوی دهێ گرتن و ب ههڤکارییا ب
پێشمهرگهیان ڕا دهێ تاوانبار کرن.
ههروهها ههڤالێ وی شێرکۆ ژی،
کو دێ وێ ڕۆژێ مهمۆ چووبا داوهتا وی، د ڕۆژا زاڤانییا خوه دا دهێ گرتن. مهمۆ ب
لێدان و ئازاردانێ د گرتیگههێ دا دهێ کوشتن. شێرکۆ د زیندانێ دا، ژ ههڤالێ خوه
لاوینی دزانه کو مهمۆ هاتیه کوشتن. شێرکۆ ب خوه ژی و پشتی کو لێدان و ئێشکهنجهدانهکا
زۆر لێهاتیه کرن، هات نهچار کرن کو ل سهر کاخهزهکێ ئیمزه بکه و د وان گاڤان
دا، وی پێ خوهشتر بوو و ژ بۆ کو ژ لێدان و ئهزابا وان ڕزگار ببه، ل سهر مرنا
خوه ئیمزه بکه.
وی دبن زیندانهکا دی کو مهحکوومێن وێ د پرانیێ دا کوردن و ههر ڕۆژ دهستهیهکا وان بهر ب مرنێ، سێدارهدان و گولهبارانکرنێ دبن و دهستهیهکا نوو دئینن. ب ڕێیا شێرکۆیی خوهندهڤان ل سهر ڕهوشا وێ زیندانێ و گرتییێن وێ و ڕهوشا کوردان و وهلاتێ وان سهروهخت دبه. شێرکۆ ژ لاوینێ گرتی دزانه کو ژنا وی دوجانه و کهسووکارێن وی و پێشمهرگه وهها دزانن کو ئهو هاتیه کوشتن و دێ تۆلا وی ڤهکن. د ناڤا وان بوویهر، ههست و هزرێن د ناڤبهرا مرن و ژیانێ، کهتن و بهرخوهدانێ دا هایا مرۆڤی ژ گهلهک سۆحبهتان دبه و ژ وان چیرۆکا ئهڤینا شێرکۆیی و ژنا وی و ڕۆژا داوهت و زاڤانییێو ههتا گرتنێ.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar