Navê kitêbê: Gund
Nivîskar: Mihemed Selîm Siwarî
Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2005
Hejmara rûpelan: 354
Xeyal û dîrokê li gel jiyana kurdewariyê ya salên sihan û
çilan ji sedsala borî li devereka başûrê Kurdistanê û bi devoka deverê bi xwe berperên
vê romanê tijî serhatî û sohbet kiriye.
Sala sêyê ji serhildana duyê ya Barzan e li hember zordariya
qiralê Îraqê û ingilîzan û Rêber, ku diyar e mebest jê Mela Mistefa Barzanî ye,
ji bo çareserkirina aloziyên di navbera
eşîr û axayên kurdan da û pêxemetî êkkirina hêzên wan bi seredan hatiye devera
Berwariya.
Siwarê, gundekê mezin yê wê deverê ye û mezinê gundî Şêro jî
bi hemî gundê xwe ve di kelecaniya dîtina Rêberî da ye û bi hizra wî hatina
Rêberî bo nik wan bûyereka mezin e.
Berî hatina Rêberî bo gundî û di dused û pêncih rûperan da
em li ser hûrgiliyên jiyana şêroyî û malbata wî û gundî, bi xelkê tê da, agahdar
dibin; kuştina babê wî hecî Hisênî li ser destê axayan, birîndarkirina wî bi
xwe bi pilana axayan, çawa wî bi mêranî, jîrî û merdîniya xwe cihê xwe li gundî
û deverê kir û xwe li cem axayan jî da pejirandin. Ji bilê vê em rastî gelek
serhatiyên din jî dibin, wekî ya birayê wî Mihemedî û zewaca wî, ya Şêroyî bi
xwe û hezkirina wî ji Belqîsê, ya şêx Eblayî û çil salên melatiya wî li gundî û
çîroka birayê Şêroyî yê biçûk Ezoyî û evîna wî bo Helê û çawa birayê wî Şêro û dayika
wî li dijî wê zewacê radiwestin.
Li dûmahiyê Rêber bi Mamend axayî û dehan çekdaran ra dihê
gundî û sê şev û sê rojan dibe mêhvanê Siwarê û Şêroyî û li ser rewşa deverê û
xelkê wê diaxivin û ji wê derê çend nameyan ji serokeşîr û şêxan ra dişîne. Rêber
herwesa li wê derê dibe bînerê segvaniya Ezoyî û li roja xatrxwestinê û berî ji
Siwarê biçe, ji Şêroyî dixwaze ku ew ji Ezoyî ra jinekê li gor dilê wî bîne.
Ji rûperê 259-260: Ew aloziyêt me çare naken û hez naken em
bi xu jî wan aloziyan çare keyn, da her êk ji me bimînite bi yê dî ve û
berhingarî êkûdu bibîn û ber êk ve rawestiyayî bîn û yê jê bihêt yê dî bikujit,
da her bi dwîv dujminiyê û tolstandinê ve bîn, da her bi êkûdu ve dimijwîl bîn
û negehîn çi daxaza jî ji mîrî bikeyn..”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar