tisdag 2 juni 2020

Atra

Navê kitêbê: Atra

Nivîskar: Diyar Eredinî

Weşanxane: Pertûkxaneya Xanî

Sala weşanê: 2017

Hejmara rûpelan: 190


Hemî heyber, jîndar û bê jîn di vê romanê da bi hest in, diaxivin û tevlî jiyan, bûyer û tevna serhatiyên tê da dibin.

Di daristanê da hevrikî di navbera nifşê nû û yê kevn li ser rêdar û qanûnên heyî ye. Darek xwe wekî peyamnêrê çêkerê daristanê radigehîne û dixwaze bi wî rengî desthilata xwe li daristanê bisepîne û dengên zîz nehêle. Lê aigrek berdibe daristanê û piraniya daran dikevin ber û dibin pel û rejî, darên xwestine û karîne ji wir diçin, çûka li ser çeqê darê difire, ber ji cihên xwe girêl dibin û derbider dibin.

Ev hemî heyber jî xudan nav in û hest bi hevûdu û dorhêlê dikin û çend jê çûne bajêrî. Ji wan çûk ya navê wê dibe Aynêl û tê girtin û firotin û xudana wê dibe Lênya û di wê malê da pişîkek jî heye û ji ber ku Lênya bêtir hez ji çûkê dike, kerbên pişîkê ji çôkê vedibin û di dawiyê da wê dikuje. Ber, yê ku girêl dibe nav deryayê û paşî dikeve nav kargeheka blokan û dikeve nav dîwaran û carekê ji berdeqaniyekê pencereyekê dişikêne û dikve nav odeya Lînyayê û dibe mêhvanê gelek cihên din jî, wê ya dibîne vedigêre.

Gelek karakter di vê romanê da hene, wekî dara bi navê Tirêve, Tilêrta ku ber e, çûka nav lê bûye Aynêl, Katî ya pişîk û wekî mirov jî Lînya û hevala wê Anîta, herweha Atra û Têpê ecine û hindekên din û van hemiyan jiyan û serhatiyên xwe hene.

Lînya şû bi Binarî dike û ducan dibe, lê di wî demî da bayekê sor bi navê RS bi ser erdî dihê, ew ba weha dike ku hemî mêr şiyanên sekskirinê ji dest didin û zarokên di zikên dayikên xwe da ne, ew dê zarokên dûmahiyê yên cîhanê bin. Ew ba herweha dike ku mirov ecineyan bibînin û ji tirsa dîtina wan gelek jê dimirin. Zarokê ku herî dawiyê ji dayik dibe kurê Lînyayê ye û navê wî Atra ye. Atra û keçek bi navê Ana mirovên dûmahîkê yên ser erdî ne û ew navê xwe dikin Adem û hewa û bê dûnde dimirin.

Herçiqas romaneka xeyalî ye, lê bi wî tevnî û bi kurdiyeka xweş me dibe nav gelek pirsên girêdayî jiyanê û hebûnê û xwezayê yên vî serdemê me mirovan jî.

Ji rûpera 44: ” Min xewnek dît, min didît bo demekê gelek kêm ez dibûme mirov, heker te ev xewna min dîtiba, da bi dengek bilind bêjî, çawa di şiyanên van mirovan da heye, bo vî demê hinde dirêj mirov bin, çawa ji mirovbûna xwe nawestin.”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar