Ev romana Elîyê Evdilrehman e ku yek e ji pêşengên romana kurdî. Ev di sala 1968ê da li Yêrîvanê hat weşandin. Têmûrê Xelîl û her du qîzên wî Mîdiya û Dîdara ew ji klîrî kir latînî û amade kir û weşanxaneya Lîsê ew çap û belav kir.
Naverok bi kurtî: Êlên Hêcimkan, Banokan û Qirmiskan di destpêka sedsala bîstan da, bi serkarîya Çoloyê Têmûr, ji ber zulma romê, ji herêma Wan û Bayezîdê derbasî devera Xoye li Alîyê Îranê dibin. Li wê derê jî axayekê deverê li dijî wan û hebûna wan li wê derê derdikeve û bi hevkarîyê li gel desthilatdarên herêmê û şahî êrişê tînin ser wan û zulmê li wan dikin. Leşkerê turk jî hevkarîyê li gel Îranê dike û ji pişt ve êrişê tînin ser wan. Ew li ber xwe didin û gelek ji wan di şerî da tên kuştin û birîndar kirin. Ew di dawîyê da neçar dibin ku berê xwe didin bo nav sinorên dewleta Sovyetê ya ku nû çê bûbû. Ew li gundê Sûsê yê ser bi Nexçivanê, di nav kurd û ezer û ermenan da, li nêzîkî sinorên Ermenistanê bicih dibin. Êdî li wê derê Çolo dike ku xelkê wî bikeve nav kar û xebata kolxozan û ew zarokên xwe bişînin xwendingehan û nemînin nexwende û nezan. Lê, destpêka şoreş û dewleta belşivîkan e û yên li dijî wê ji axa û beg û dîndaran ne kêm in. Çolo alîyê pale û cotyar û kolxozan digire û dikeve di hevrikîyê da li gel yên di çeperê hevdij da. Ew ne bi tenê bû û heta Xezal, qîza axayê wê deverê Heso Begê, yê ku li dijî belşivîkan û kolxozan derketibû û çûbû Îranê, bi şoreşê ra bû. Xezal pê dizane ku dê babê wê ji alîyê Îranê ve êrişê bîne ser wan gund û kolxozan û talan û kuştinê bike, evca ew Çolo û hezkiriyê xwe Qasimî bi hindî agahedar dike û ew jî amadekarîyên xwe dikin. Babê Xezalê bi çekdarên xwe ve di wê êrişê da tên kuştin û herêm aram dibe. Roman bi daweta pênc cotên bûk û zavayan û di nav keyv û xweşîyê û pêkvejiyana kurd û ezer û ermenan da bi dawî tê.
Gelek çîrok û serhatî di nav vê romanê da hene wek ya Ebdilmecîd û Gogê, ya doktor Elîyêfî û çîroka Qasimî û babê wî Reşoyê Şamilê Kurdoxlî û hêj. Ev berhem mişt e bi wefên ciwan yên deveran û yên urf û adetên kurdên wan dem û dewran. Roman baş kartêkirina şoreşa oktoberê û belşivîkan ya di wî serdemî da li ser bûyeran û xelkî û jiyana wan û her weha jî dîtinên hevdij berçav dike.
گوندێ مێرخاسان، عهلییێ ئهڤدلرهحمان
ئهڤ ڕۆمانا عهلییێ عهڤدلرهحمان نه کو ئێکە ژ پێشهنگێن ڕۆمانا کوردی. ئهڤ د سالا ۱۹٦۸ێ دا ل یێریڤانێ هات وهشاندن. تێموورێ خهلیل و ههر دو قیزێن وی میدیا و دیدارا ئهو ژ کلیری کر لاتینی و ئاماده کر و وهشانخانهیا لیسێ ئهو چاپ و بهلاڤ کر.
ناڤهرۆک ب کورتی: عێلێن هێجمکان، بانۆکان و قرمسکان د دهستپێکا سهدسالا بیستان دا، ب سهرکارییا چۆلۆیێ تێموور، ژ بهر زولما ڕۆمێ، ژ ههرێما وان و بایهزیدێ دهرباسی دهڤهرا خۆیه ل ئالییێ ئیرانێ دبن. ل وێ درێ ژی ئاغایهکێ دهڤهرێ ل دژی وان و ههبوونا وان ل وێ دهرێ دهردکهڤت و ب ههڤکارییێ ل گهل دهستهلاتدارێن ههرێمێ و شاهی هێرشێ دئینن سهر وان و زولمێ ل وان دکن. لهشکهرێ تورک ژی ههڤکارییێ ل گهل ئیرانێ دکت و ژ پشت ڤه هێرشێ دئینن سهر وان. ئهو ل بهر خوه ددن و گهلهک ژ وان د شهری دا دهێن کوشتن و بریندار کرن. ئهو د د دووماهییێ دا نهچار دبن کو بهرێ خوه بدن بۆ ناڤ سنۆرێن دهولهتا سۆڤیهتێ یا کو نوو چێ بووبوو. ئهو ل گوندێ سووسێ یێ سهر ب نهخچڤانێ، د ناڤ کورد و ئهزهر و ئهرمهنان دا، ل نێزیکی سنۆرێن ئهرمهنستانێ بنەجهـ دبن. ئێدی ل وێ درێ چۆلۆ دکت کو خهلکێ وی بکهڤت ناڤ کارو خهباتا کۆلخۆزان و ئهو زارۆکێن خوه بشینن خوهاندنگههان و نهمینن نهخوهنده و نهزان. لێ، دهستپێکا شۆرهش و دهولهتا بهلشڤیکانە و یێن ل دژی وێ ژ ئاغاو بهگ و دینداران نه کێمن. چۆلۆ ئالییێ پالهو جۆتیارو کۆلخۆزان دگرت و دکهڤت د ههڤرکییێ دا ل گهل یێن د چهپهرێ ههڤدژ دا. ئهو نه ب تهنێ بووو، ههتا خهزال، قیزا ئاغایێ وێ دهڤهرێ ههسۆ بهگێ، یێ کو ل دژی بهلشڤیکان و کۆلخۆزان دهرکهفتبووو چووبوو ئیرانێ، ب شۆرهشێ ڕا بوو. خهزال پێ دزانت کو دێ بابێ وێ ژ ئالییێ ئیرانێ ڤه هێرشێ ئینت سهر وان گوند و کۆلخۆزان و تالان و کوشتنێ بکت. ئهڤجا ئهو چۆلۆ و حهزکرییێ خوه قاسمی ب هندی ئاگاههدار دکت و ئهو ژی ئامادهکارییێن خوه دکن. بابێ خهزالێ ب چهکدارێن خوه ڤه د وێ هێرشێ دا دهێن کوشتن و ههرێم ئارام دبت. ڕۆمان ب داوهتا پێنج جۆتێن بووک و زاڤایان و د ناڤ کهیف و خوهشی و پێکڤهژیانا کورد و ئهزهر و ئهرمهنان دا ب داوی دهێت.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar