måndag 25 juli 2022

Min tu kuştî da pêkve bjîn

 

Navê kitêbê: Min tu kuştî da pêkve bjîn

Nivîskar: Nizar Bijar

Weşanxane: Kitêbxaneya Cizîrî I Dihokê

Çapxane: Kitêbxaneya Cizîrî I Dihokê

Sala weşanê: 2020

Hejmara rûpelan: 250


 

Romana "Min tu kuştî da pêkve bijîn" romaneka civakî û derûnî ye û mjara wê li ser evîna xortekî ye ku, ji bo bidestveînana wê keça ew hez jê dike, amade ye her tiştê baş û xerab bike.

‌Hedar û Ehmed gelek hez ji yekûdu dikin û carekê, wextê Hedar ji hevdîtina li gel Ehmedî bi tenî vedigeriya mal, kesek ji pişt ve hatê û pateyek da ber dev û navçavên wê û ew bêhiş kir û revand. Dema ku Hedar ji bêhişîyê hişyar bû, wê xwe dît nêvtazî û xwîn li ser textê ew li ser razandî. Ew wesa têgehişt ku destdirêjî bo ser keçînîya wê hatiye kirin.

Zilamê ku di wê odeyê de bû navçavên xwe pêça bûn da ku nehêt naskirin. Wî zilamî rê da wê ku derkeve û biçe mala xwe, lê gef lê kirin û gotê eger ew dengî ji xwe bîne û behsa ya bi serê wê hatî bo kesekî bike, ew dê wêneyên wê yên tazî û rûs belav bike û dê birayê wê bikuje. Wê ew serhatîya xwe bes bo dildarê xwe Ehmedî got. Lê Ehmed li cihê ku di wê tengasîyê da pşitgiriya Hedarê bike, ew derhal peywendîya xwe li gel wê qut dike û wê bi tenê dihêle.

Hedarê ji bilî Ehmedî bawerî bes bi hevalekê xwe hebû ku navê wî Hêja bû û ew bi malbata xwe ve li Elmanyayê bû. Wê pêwendî bi Hêjayî kir û serhatîya xwe jê ra got û daxwaza alîkarîyê jê kir. Hêja ji Elmanya zû li hewara Hedarê hat wî welatê Hedar lêbû û malbata wî jê çûbû Elmanya. Hêjayî wek çareserî pêşniyaz kir ku Hedar şû bi wî bike da rêyê li ber her gotgotk û pirsgrêkekê bigirin. Hedar ji bêgavîyê pêşniyaza wî erê dike û şû bi Hêjayî dike û li gel wî diçe Elmanya.

Babê hêjayî dewlemend bû û li bajêrekê Elmanya xudanê rêzemarkêtan bû û kurê xwe Hêja kir rêveberê gşitî yê wan dikanan. ‌Hêjayî di dema seredana xwe da bo cem Hedarê li welatê jê hatî, bi tirmbêlê li ser rêyekê li zarokekî da bû û zarok demildest miribû. Wî û hevalê wî Rojhatî, yê ku hîngê di tirmbêlê da pê ra bû, ew zarok bir cihekî û binax kir. Evca Rojhatê ku dixwest biçe derveyê welatê xwe ew bi kar îna û digot hêjayî eger ew wî nebe Elmanya ew dê wê nihêniya wî aşkera bike. ‌Hêja ji tirsa wê gefê neçar dibe û Rojhatî dibe Elmanya û dike rêveberê dikaneka xwe. Ew gelek mesrefê lê dike da ku ew wê nihênîya wî ya kuştina zarokî aşkera neke.

Rojhat hînî vexarina meyê û qumarê dibe û di wê heyamê da ew kesekî bi navê Metîn nas dike û karî li dikana ku ew rêveberê wê ye dideyê. Rojhat carekê li ser rêyekê rastî serxweşekî dibe û di navbera wan da dibe şeredev û şeredest û ew di wê rûdanê da wî kesê serxweş dikuje. Ew li ser hindê dihê girtin û zîndanîkirin, lê ji zîndanê direve û rojekê dihê cihê karê Hêjayî û wê rojê Metîn jî li wê derê bû. Hêja bixêrhatina wî dike û qehweyekê dideyê, lê diyar bû ku Hêjayî polîs bi hatina Rojhatî agahdar kiribû. Demê ku polîs bi ser da digirin Rojhat dilgirtî dibe û dikeve û dimire.

Paşî diyar dibe ku Metîn di rastîyê da Ehmed e û ew ji bo peydakirina Hedarê û evîna xwe hatibû Elmanya, lê hedar wî bêhîvî dike û dibêjeyê ku wê nuke jiyana xwe heye û bila ew jî jiyana xwe ava bike. Lê Metîn naxwaze bê Hedarê bijî û xwe ji avahîyekê bilind dihavêje û dimire.

‌Hêja li hember van hemî bûyeran hest bi gunehkarîyê dike û wan hestên xwe û bûyerên li ser destê wî pêk hatibûn di laptopa xwe da dinivîse. Wextê rojekê Hedar wan nivîsên wî di laptopa wî da dixwîne, ji nû ew dizane ku ev hemî ya bi serî wê, bi serê Ehmedî û Rojhatî hatî ji planên mêrê wê Hêjayî bûn. Ew êdî dixwaze wî bikuje û berê debanceya ku Hêjayî bi xwe jê ra kirîbû dideyê, lê Helgurd, birayê Hêjayî û alîkarê wî di pranîya wan bûyeran da, ji pişt ve guleyekê berdideyê. ‌Hedar dimire, Helgurd dihê zîndanîkirin û Hêja di nav xem û janan da dimîne.

 


ناڤێ کتێبێ: من تو کوشتی دا پێکڤە بژین

نڤیسکار: نزار بژار

وەشانخانە: کتێبخانا جزیری ل دهۆکێ

چاپخانە: کتێبخانا جزیری ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠

هژمارا ڕووپەلان: ٢٥٠

ڕۆمانا "من تو کوشتی دا پێکڤە بژین" ڕۆمانەکا جڤاکی و دەروونی یە و مژارا وێ ل سەر ئەڤینا خۆرتەکی یە کو، ژ بۆ بدەستڤەئینانا وێ کچا ئەو حەز ژێ دکت ئامادە یە هەر تشتی بکت.

‌هەدار و ئەحمەد گەلەک حەز ژ یەکودو دکن وجارەکێ، وەختێ هەدار ژ هەڤدیتنا ل گەل ئەحمەدی ب تەنی ڤەدگەریا مال، کەسەک ژ پشتڤە هاتێ و پاتەیەک دا بەر دەڤ و ناڤچاڤێن وێ و ئەو بێهش کر و ڕەڤاند. دەمێ کو هەدار ژ بێهشییێ هشیار بوو، وێ خوە دیت نێڤتازی و خوین ل سەر تەختێ ئەو ل سەر ڕازاندی. ئەو وەسا تێگەهشت کو دەستدرێژی بۆ سەر کچینییا وێ هاتیە کرن.

زەلامێ کو د وێ ئۆدەیێ ڤە بوو ناڤچاڤێن خوە پێچا بوون دا کو نەهێت ناسکرن. وی زەلامی ڕێ دا وێ کو دەرکەڤت و بچت مالا خوە، لێ گەف لێ کرن و گۆتێ ئەگەر ئەو دەنگی ژ خوە بینت و بەحسا یا ب سەرێ وێ هاتی بۆ کەسەکی بکت، ئەو دێ وينەیێن وێ یێن تازی و ڕووس بەلاڤ بکت و دێ برایێ وێ کوژت. وێ ئەو سەرهاتییا خوە بەس بۆ دلدارێ خوە ئەحمەدی گۆت. لێ ئەحمەد، ل جهێ کو د وێ تەنگاسییێ دا پشتگریا هەدارێ  بکت، ئەو دەرحال پەیوەندییا خوە ل گەل وێ قوت دکت و وێ ب تەنێ دهێلت.

هەدارێ ژ بلی ئەحمەدی باوەری بەس ب هەڤالەکێ خوە هەبوو کو ناڤێ وی هيژا بوو و ئەو ب مالباتا خوە ڤە ل ئەلمانیایێ بوو. وێ پەیوەندی ب هێژایی کر و سەرهاتییا خوە ژێ ڕا گۆت و داخوازا ئالیکارییێ ژێ کر. هێژا ژ ئەلمانیا زوو ل هەوارا هەدارێ هات وی وەلاتێ هەدار لێ بوو و مالباتا وی ژێ چووبوو ئەلمانیا. هێژایی وەک چارەسەری پێشنیاز کر کو هەدار شوو ب وی بکت دا ڕێیێ ل بەر هەر گۆتگۆتک و پرسگرێکەکێ بگرن. هەدار ژ بێگاڤییێ پێشنیازا وی ئەرێ دکت و شوو ب هێژایی دکت و ل گەل وی دچت ئەلمانیا.

بابێ هێژایی دەولەمەند بوو و ل باژێرەکێ ئەلمانیا خودانێ ڕێزەمارکێتان بوو و کورێ خوە هێژا کر ڕێڤەبەرێ گشتی یێ وان دکانان. ‌هێژا د دەمێ سەرەدانا خوە دا بۆ جەم هەدارێ، ل وەلاتێ ژێ هاتی، ب ترمبێلێ ل سەر ڕێیەکێ ل زارۆکەکی دا بوو و زارۆک دەملدەست مربوو. وی و هەڤالێ وی ڕۆژهاتی یی کو هینگێ د ترمبێلێ دا پێ ڕا بوو، ئەو زارۆک بر جهەکی و بنئاخ کر. ئەڤجا ڕۆژهاتێ کو دخواست بچت دەرڤەیێ وەلاتێ خوە، ئەو ب کار ئینا و دگۆت هێژایی ئەگەر ئەو وی نەبت ئەلمانیا ئەو دی نهێنیا وی ئاشکەرا بکت. ‌هیژا ژ ترسا وێ گەفێ نەچار دبت و ڕۆژهاتی دبت ئەلمانیا و دکت ڕێڤەبەرێ دکانەکا خوە. ئەو گەلەک مەسرەفێ لی دکت دا کو ئەو نهینیا وی یا کوشتنا زارۆکی ئاشکرا نەکت.

ڕۆژهات هینی ڤەخارنا مەی و قومارێ دبت و د وێ هەیامێ دا ئەو کەسەکی ب ناڤێ مـەتین ناس دکت و کاری ل دکانا کو ئەو ڕێڤەبەرێ وێ یە ددتێ. ڕۆژهات جارەکێ ل سەر رێیەکێ ڕاستی سەرخوەشەکی دبت و د د ناڤبەرا وان دا دبت شەرەدەڤ و شەرەدەست و ئەو د وێ روودانێ دا وی کەسێ سەرخوەش دکوژت. ئەو ل سەر هندێ دهێت گرتن و زیندانیکرن، لێ ژ زێندانێ درەڤت و رۆژەکێ دهێت جهێ کارێ هێژایی و وێ ڕۆژێ مەتێن ژی ل وێ دەرێ بوو. هێژا بخێرهاتنا وی دکت و قەهوەیەکێ ددتێ، لێ دیار بوو کو هێژایی پۆلیس ب هاتنا ڕۆژهاتی ئاگاهدار کربوو. دەمێ کو پۆلیس ب سەر دا دگرن ڕۆژهات دلگرتی دبت و دکەڤت و دمرت.

پاشی دیار دبت کو مەتین د ڕاستییێ دا ئەحمەدە و ئەو ژ بۆ پەیداکرنا هەدارێ و ئەڤینا خوە هاتبوو ئەلمانیا، لێ هەدار وی بێهیڤی دکت و دبێژتێ کو وێ نوکە ژیانا خوە هەیە و بلا ئەو ژی ژیانا خوە ئاڤا بکت. لێ مەتین ناخوازت بێ هەدارێ بژیت و خوە ژ ئاڤاهییەکێ بلند دهاڤێژت و دمرت.

‌هێژا ل هەمبەر ڤان هەمی بوویەران هەست ب گونەهکارییێ دکت و وان هەستێن خوە و بوویەرێن ل سەر دەستێ وێ پێک هاتبوون د لاپتۆپا خوە دا دنڤیست. وەختێ ڕۆژەکێ هەدار وان نڤیسێن وی د لاپتۆپا وی دا دخوینت، ژ نوو دزانت کو ئەڤ هەمی یا ب سەری وێ، ب سەری ئەحمەدی و ڕۆژهاتی هاتی ژ پلانێن مێرێ وێ هێژایی بوون. ئەو ئێدی دخوازت وی بکوژت و بەرێ دەبانجەیا کو هێژایی ب خوە ژێ ڕا کریبوو ددتێ، لي هەلگورد، برایێ هێژایی و ئالیکارێ وی د پرانیا وان بوویەران دا، ژ پشت ڤەگولەیەکێ بەرددتێ. ‌هەدار دمرت، هەلگورد دهێت زیندانیکرن و هێژا د ناڤ خەم و ژانان دا دمینت.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar