Navê
kitêbê: Dûmahîk dîdar
Nivîskar: Sîpel Xalid
Weşanxane: Cizîrî
Çapxane: li Tehranê
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 222
Nakokiyên
di navbera dayûbaban da û kartêkirina wan li ser zarokan û derûniya wan ji
rexekê ve û ji rexê dî ve li ser dayûbaban, mijara serekî ya vê romanê ye.
Dayûbabên
Rukanî nemane û ew li nik bapîrê xwe ye. Ew rojekê, ji bo înana wêneyên ku
hevalê wî ji derve di nameyekê da jê ra hinartine, çû postexaneyê. Ew li ber
dergehî rastî kiçeka xemgîn û perîşan dibe ku ji postexaneyê derdikeft.
Ew li hundurê
postexaneyê nameya xwe ji karmendekî distîne, lê dema wê vedike dibîne ku ew ne
ya wî ye, lê ew ya kiçekê ye bi navê Arû. Ew kiç tê da xatra xwe ji dayika xwe
dixwaze û Rukan di wê xatirxwestinê da hestên xwekuştinê dibîne.
Yê karmend
daxwaza lêborînê jê dike ku wî nameya wê kiça ku berî nuke ji nik wan derkeftî înabû,
bi şaşî da wî. Wextê Rukan têdigehe ku name ya wê kiça perîşan e, ya li ber
dergehî dîtibû, ew nameyê dibe, zû derdikeve û dide pey kiçê.
Ew wê li
serê girekê bilind dibîne û li ber bû xwe ji wê bilindahiyê bavêje xwarê û xwe
bikuje, lê Rukan şiya rê li ber wê bûyerê bigire û nehêle ew jiyana xwe bi
dûmahî bîne.
Êdî Rukan
dikeve dû kiçê û rastiya serhatiya wê û kiç jî li gel wextî baweriya xwe dideyê
û çîroka xwe li gel babê ku ji dayika wê cuda bûye û tadariyê lê dike û xebata
dayikê ji bo vegerandina wê, jê ra dibêje.
Babê Arûyê
Ferhad nahêle kiç dayika xwe Zeynebê bibîne û dadgeh jî dîtina kiçê li dayikî qedexe
dike. Kiç li bendê ye bibe 18 salî da vegere cem dayika xwe. Lê dema ew dibe 18
salî bab gefa kuştina dayikê li kiçê dike, eger ew wê bibîne. Kiç ji bo
parastina dayika xwe neçar dibe babê hilbijêre û li nik wî bimîne û xwe dûr ji
dayikê bigire.
Lê dema ku
Ferhad ji bo bêhtir êşandina dayikê, bi dizî ve mala xwe dibe gundî, Zeyneb û
Rukan pê dizanin û diçin gundî bo înana kiçê. Ferhad bi tivengê dihê telba wan
û dema guleyê berdide Zeynebê, kiç xwe dihavêje ber û dihê kuştin. Rukan
ditingije û tivengê ji destê Ferhadî diîne derê û Ferhadî dikuje.
Rukan bi
deh salan bi sûca kuştinê dihê sizadan û wextê piştî deh salan ji zîndanê
derdikeve, em dibînin ew diçe ser gora Arûyê û paşî diçe mala nexweşên derûnî
bo seredana Zeynebê.
ناڤێ کتێبێ: دووماهیک
دیدار
نڤیسکار: سیپهل
خالد
وهشانخانه: جزیری
چاپخانه: ل تههرانێ
سالا وهشانێ: ٢٠٢٠
ههژمارا ڕووپهلان:
٢٢٢
ناکۆکیێن د ناڤبهرا
دایووبابان دا و کارتێکرنا وان ل سهر زارۆکان و دهروونیا وان ژ رەخەکی ڤە و ژ رەخێ
دی ڤە ل سەر دایوبابان، مژارا سهرهکی یا ڤێ ڕۆمانێ یە.
دایووبابێن ڕوکانی
نهمانه و ئهو ل نک باپیرێ خوه یه.ئەو ڕۆژهکێ، ژ بۆ ئینانا وێنهیێن کو ههڤالێ
وی ژ دهرڤه د نامهیهکێ دا ژێ ڕا هنارتنه، چوو پۆستهخانهیێ. ئهو ل بهر دهرگههی
ڕاستی کچهکا خهمگین و پهریشان دبت کو ژ پۆستهخانهیێ دهردکهفت.
ئهو ل هوندورێ پۆستهخانهیێ
نامهیا خوه ژ کارمهندهکی دستینت، لێ دهما وێ ڤهدکت دبینت کو ئهو نه یا وی یه،
لێ ئهو یا کچهکێ یه ب ناڤێ ئاروو. ئهو کچ تێ دا خاترا خوه ژ دایکا خوه دخوازت
و ڕوکان د وێ خاترخواستنێ دا ههستێن خوهکوشتنێ دبینت.
یێ کارمهند
داخوازا لێبۆرینێ ژێ دکت کو وی نامهیا وێ کچا کو بهری نوکه ژ نک وان دهرکهفتی
ئینابوو، ب شاشی دا وی. وهختێ ڕوکان تێدگههت کو نامه یا وێ کچا پهریشانه، یا
ل بهر دهرگههی دیتبوو، ئهو نامهیێ دبت، زوو دهردکهڤت و ددت پهی کچێ.
ئهو وێ ل سهرێ
گرهکێ بلند دبینت و ل بهر بوو خوه ژ وێ بلنداهیێ باڤێژت خوارێ و خوه بکوژت، لێ
ڕوکان شیا ڕێ ل بهر وێ بوویهرێ بگرت و نههێلت ئهو ژیانا خوه ب دووماهی بینت.
ئێدی ڕوکان دکهڤت
دوو کچێ و ڕاستیا سهرهاتیا وێ و کچ ژی ل گهل وهختی باوهریا خوه ددتێ و چیرۆکا
خوه ل گهل بابێ کو ژ دایکا وێ جودا بوویه و تەعداریێ لێ دکت و خهباتا دایکێ ژ
بۆ ڤهگهراندنا وێ، ژێ ڕا دبێژت.
بابێ ئاروویێ فهرهاد
ناهێلت کچ دایکا خوه زهینهبێ ببینت و دادگههـ ژی دیتنا کچێ ل دایکی قهدهخه
دکت. کچ ل بهندێ یه ببت ١٨ سالی دا ڤهگهرت جهم دایکا خوه. لێ دهما ئهو دبت
١٨ سالی باب گهفا کوشتنا دایکێ ل کچێ دکت، ئهگهر ئهو وێ ببینت. کچ ژ بۆ
پاراستنا دایکا خوه نهچار دبت بابێ هلبژێرت و ل نک وی بمینت و خوە دوور ژ دایکێ
بگرت.
لێ دهما کو فهرهاد
ژ بۆ بێتر ئێشاندنا دایکێ، ب دزی ڤه مالا خوه دبت گوندی، زهینهب و ڕوکان پێ
دزانن و دچن گوندی بۆ ئینانا کچێ. فهرهاد ب تڤهنگێ دهێت تهلبا وان و دهما گوڵهیێ
بهرددت زهینهبێ، کچ خوه دهاڤێژت بهر و دهێت کوشتن. ڕوکان دتنگژت و تڤهنگێ ژ
دهستێ فهرهادی دئینت دهرێ و فهرهادی دکوژت.
ڕوکان ب دههـ
سالان ب سووجا کوشتنێ دهێت سزادان و وهختێ پشتی دههـ سالان ژ زیندانێ دهردکهڤت،
ئهم دبینن ئهو دچت سهر گۆرا ئاروویێ و پاشی دچت مالا نهخوهشێن دهروونی بۆ
سهرهدانا زهینهبێ.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar