Navê
kitêbê: Koço, fermana reş
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane:
Çapxane: Rojhelat li Hewlêrê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan:
Romana Koço
karesata êzidiyan, komkujiyên ku sala 2014ê di derheqê wan da li Şengalê û
gundewarên wê hatibûn kirin, wêne û berçav dike.
Daişî êrişê
dikin ser Şengalê û gundewarên wê bi armanca qirkirina êzidiyan û êzidîxaneyê. Mêran
dikujin, jin û zaroyan digirin û bi xwe ra dibin, ew zordarî, destdirêjî û
kirêtiyên mezin dikin. Xelkên ku ji destên wan xilas bûn, berê xwe dan wan
cihên ku daiş negehiştibûyê û ji wan jî çiyayê Şengalê.
Yên
gehiştine çiyayî jî, tevî birînên xwe yên laşî û derûnî, li gel tirs û
bêhêvîbûnê rastî birs û têhn û germê bûne. Di şkeftekê ve gelek zaroyên bê dayik
û bab li hev kom bûne. Ji birsê û têhnê herçend kêliyan çend jê dimirin. Feqîr
Mîrzo vê hemiyê bi çavên xwe dibîne, lê dixwaze ku êzdiyatî ji nav neçe û yên ji
zaroyan dimînin sax wê bi xwe ra bibin û radestê nifşên siberojê bikin. Ew ji wan
ra qala wan hemî fermanên li dijî êzidiyan hatine kirin dike. Ew qewl û sebeqan
ji wan re dibêje û her dubare dike ku 73 ferman neşiyan êzdiyatiyê ji nav bibin
û ev jî dê nikaribe wê bike.
Ew ji zaro
û yên mezin pirsiyara wê ya bi serê wan hatî dike û bi wî awayî jî, bi vegêrana
şahidan bo serhatiyên xwe yên cergbir, tabloya wê hemî karesat û komkujiyê, bi hûrgiliyên
wê ve, ji hemî gund û deverên Şengalê dihêt berhevkirin û di tabloyeka êşbar da
pêşkêşkirin.
ناڤێ کتێبێ: کۆچۆ،
فهرمانا ڕهش
نڤیسکار: حهسهن ئیبراهیم
وهشانخانه:
چاپخانه: ڕۆژههلات
ل ههولێرێ
سالا وهشانێ: ٢٠١٩
ههژمارا ڕووپهلان:
ڕۆمانا کۆچۆ کارەساتا ئێزدیان، کۆمکوژیێن کو سالا
٢٠١٤ێ د دەرحەقێ وان دا ل شەنگالێ و گوندەوارێن وێ هاتبوون کرن وێنە و بەرچاڤ دکە.
داعشی هێرشێ دکن سهر
شهنگالێ و گوندهوارێن وێ ب ئارمانجا قرکرنا ئێزدیان و ئێزدیخانهیێ. مێران
دکوژن، ژن و زارۆیان دگرن و ب خوه ڕا دبن، ئهو زۆرداری، دهستدرێژی و کرێتیێن مهزن
دکن. خهلکێن کو ژ دهستێن وان خلاس بوون، بهرێ خوه دان وان جهێن کو داعش نهگههشتبوویێ
و ژ وان ژی چیایێ شهنگالێ.
یێن گههشتنه چیایی
ژی، تهڤی برینێن خوه یێن لاشی و دهروونی، ل گهل ترس و بێهێڤیبوونێ ڕاستی برس و
تێهن و گهرمێ بوونه. د شکهفتهکێ ڤه گهلهک زارۆیێن بێ دایک و باب ل ههڤ کۆم
بوونه. ژ برسێ و تێهنێ ههرچهند کێلیان چهند ژێ دمرن. فهقیر میرزۆ ڤێ ههمیێ ب
چاڤێن خوه دبینه، لێ دخوازه کو ئێزدیاتی ژ ناڤ نهچه و یێن ژ زارۆیان دمینن
ساخ وێ ب خوه ڕا ببن و ڕادهستێ نفشێن سبهرۆژێ بکن. ئهو ژ وان ڕا قالا وان ههمی
فهرمانێن ل دژی ئێزدیان هاتنه کرن دکه. ئهو قهول و سهبهقان ژ وان ڕا دبێژە
و هەر دوبارە دکە کو ٧٣ فەرمان نەشیان ئێزدیاتیێ ژ ناڤ ببن و ئەڤ ژی دێ نکاربە وێ بکە.
ئهو ژ زارۆ و یێن
مهزن پرسیارا وێ یا ب سهرێ وان هاتی دکه و ب وی ئاوایی ژی، ب ڤهگێرانا شاهدان
بۆ سهرهاتیێن خوه یێن جهرگبر، تابلۆیا وێ ههمی کارهسات و کۆمکوژیێ، ب هوورگلیێن
وێ ڤه، ژ ههمی گوند و دهڤهرێن شهنگالێ دهێت بهرههڤکرن و د تابلۆیهکا ئێشبار
دا پێشکێشکرن.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar