Navê kitêbê: Oktoberek
ji mijê
Nivîskar: Kewser Şewket
Weşanxane:
Çapxane: Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 218
Di
vê romanê da, bi zimanekê pir ji şi’riyetê û bi awayê monolojî Nidem hem li gel
xwe û hem jî li gel babê xwe, Arjanî û hevalên xwe Maya û Vegêrî gelek babetên
girêdayî şoreş, şaristanî, dîrok, bêdewletbûna kurdan, qeder û viyanê, Mîkafîlî
û Xanîyî û hêj gotûbêj dike.
Nîdem keçek e ciwan, di xwendina xwe da zîrek û ji maleka dewlemend e. Hez ji
xwendina dîrokê dike û lêgeryana wê ya di dîrokê da wê pêrgî gelek hizir û pirsiyaran
dike û bi taybetî derbareyê dîroka kurdan, şaristaniya wan û egerên bêdewletbûna
wan. Dibe ku ev û babê wê yê dîroknas jî dibin egera ku ew beşê dîrokê li
zanîngehê hilbijêr e.
Mamosteyekê nû bi navê Arjan ji bo babetê rojhilatnasiyê dihê beşê wan û ew
helbestvanekê navdar e jî. Demê ku Nîdem wî bo cara yekê li pirtûkxaneya
zanîngehê dibîne, ew derhal dikeve bin bandora rûxsar, liv, gotin û reftarên wî.
Nîdem hest pê dike ku wê di vê gera xwe ya li dû welat û dîrokê da Arjan dît û
di wî da jî wê dîrok û welat dît.
Nîdem ji rexê xwe ve gelek şeydaya Arjanî dibe û pêlên viyaneka aloz û ne zelal
wê dorpêç dikin. Ew hewil dide xwe jê nêzîk bike û Arjan jî di vekolîna wê ya
li ser şaristaniyê da harîkariya wê dike. Peywendiya wan ji ya di navbera mamoste
û xwendinkarekê mezintir dibe û Nîdem diçe cem wî mal û her ku jê nêzîktir dibe
bêtir pêve dihê girêdan û Arjan di çavên wê da hem bihadartir û hem jî aloztir
û mijdartir dibe. Arjanî carekê gote Nîdemê ku ew li ser projeyekê kar dike û
eger wî ew proje bi dawî neîna, bila ew berdewamiyê pê bide.
Arjan car bo car berze dibe û dîsan diyar dibe, lê demê Nîdem xwendina xwe
timam dike, Arjan bêtir ji salekê wenda dibe. Heta nameyên wî yên telefonê jî
nahên û bersiva yên Nîdemê jî nade. Nîdem bi wê berzebûna wî ya ji nişkan ve
pir diêşe û rewşa wê ya derûnî têk diçe. Babê wê ku bi xwe jî dîroknas e,
dixwaze harîkariya keça xwe bike û ew wê pal dide ber bi pirsiyarkirin û
lêgerînê li dû Arjanî. Ew dibêjeyê ku divêt tiştek li van nêzîkên te hebe ku tu
bersiva pirsiyarên xwe tê de bibînî.
Nîdema jî li odeya xwe di nav kitêb û kaxezan û hertiştî da li nîşanekê digere
û di çenteya xwe da kilîlên mala Arjanî dibîne û ew hizir dike ku Arjenî bi xwe
û ji bo meremeka xwe ew kilîl xistine di çenteya wê da. Ew diçe mala wî û bi wê
kilîlê dikeve hundir û wî dibîne mijûlî projeya xwe ya li ser siberoja welatê
xwe ye. Arjan jê dipirse ka ew li dû wî ye yan li dû dîrokê ye û di wan gavan
da çavên Nîdemê bi kaxezeka li ber wî dikevin ku li ser nivîsandiye Arjan
Bedirxanî û vejandina Qulpa pîroz û jê xwartir jî navê babê Nîdemê li ser e.
Ev wekî geriyanekê ye li dû pirsiyar û bersivên wan û herwesa xwendevan tê da
rastî serhatiyên kesên wekî Mayaya nîgarkêş, Hêlana xwendinkar û xaleta Nîdemê dibe
û ka çima ya hatiye serê xaleta wê bû egera şarandina xweragirî û heza
berxwedanê di nava wê da.
Ji rûpelê 121: “Bi rastî em yên li welatê peykeran dijîn, dixwazîn saxên xwe
bikujîn da piştî mirina wan peykerekî bo çêkeyn w b zîndî qelem bideyn, eve ye
siruştê miletên li qonaxa nezanînê!”
ناڤێ کتێبێ: ئوکتوبەرەک ژ مژێ
نڤیسکار: کەوسەر شەوکەت
وەشانخانە:
چاپخانە: هاوار ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان:٢١٨
د ڤێ ڕۆمانێ دا، ب زمانهکێ پر ژ شعریهتێ و ب ئاوایێ مۆنۆلۆژی
نیدهم ههم ل گهل خوه و ههم ژی ل گهل بابێ خوه، ئارژانی و ههڤالێن خوه مایا
و ڤهگێری گهلهک بابهتێن گرێدایی شۆرهش، شارستانی، دیرۆک، بێدهولهتبوونا
کوردان، قهدهر و ڤیانێ، میکافیلی و خانییی و هێژ گۆتووبێژ دکه.
نیدهم کهچهکا جوان، د خوهندنا خوه دا زیرهک و ژ
مالهکا دهولهمهنده. حهز ژ خوهندنا دیرۆکێ دکه و لێگهریانا وێ یا د دیرۆکێ
دا وێ پێرگی گهلهک هزر و پرسیاران دکه و ب تایبهتی دهربارهیێ دیرۆکا کوردان،
شارستانیا وان و ئهگهرێن بێدهولهتبوونا وان. دبه کو ئهڤ و بابێ وێ یێ دیرۆکناس
ژی دبن ئهگهرا کو ئهو بهشێ دیرۆکێ ل زانینگههێ هلبژێره.
مامۆستهیهکێ نوو ب ناڤه ئارژان ژ بۆ بابهتێ ڕۆژهلاتناسیێ
دهێ بهشێ وان و ئهو ههلبهستڤانهکێ ناڤداره ژی. دهمێ کو نیدهم وی بۆ جارا یهکێ
ل پرتووکخانهیا زانینگههێ وی دبینه، ئهو دهرحال دکهڤه بن باندۆرا ڕووخسار،
لڤ، گۆتن و ڕهفتارێن وی. نیدهم ههست پێ دکه کو وێ د ڤێ گهرا خوه یا ل دوو وهلات
و دیرۆکێ دا ئارژان دیت و د وی دا ژی وێ دیرۆک و وهلات دیت.
نیدهم ژ ڕهخێ خوه ڤه گهلهک شهیدایا ئارژانی دبه
و پێلێن ڤیانهکا ئالۆز و نە زەلال وێ دۆرپێچ دکن. ئهو ههول دده خوه ژێ نێزیک
بکه و ئارژان ژی د ڤهکۆلینا وێ یا ل سهر شارستانیێ دا هاریکاریا وێ دکه. پهیوهندیا
وان ژ یا د ناڤبهرا مامۆسته و خوهندنکارهکێ مهزنتر دبه و نیدهم دچه جهم وی
مال و ههر کو ژێ نێزیکتر دبه بێتر پێڤه دهێ گرێدان و ئارژان د چاڤێن وێ دا ههم
بهادارتر و ههم ژی ئالۆزتر و مژدارتر دبه. ئارژانی جارهکێ گۆته نیدهمێ کو ئهو
ل سهر پرۆژهیهکێ کار دکه و ئهگهر وی ئهو پرۆژه ب داوی نهئینا، بلا ئهو
بهردهوامیێ پێ بده.
ئارژان جار بۆ جار بهرزه دبه و دیسان دیار دبه، لێ
دهمێ نیدهم خوهندنا خوه تمام دکه، ئارژان بێتر ژ سالهکێ وهندا دبه. ههتا
نامهیێن وی یێن تهلهفۆنێ ژی ناهێن و بهرسڤا یێن نیدهمێ ژی ناده. نیدهم ب وێ
بهرزهبوونا وی یا ژ نشکان ڤه پر دئێشه و ڕهوشا وێ یا دهروونی تێک دچه. بابێ
وێ کو ب خوه ژی دیرۆکناسه، دخوازه هاریکاریا کهچا خوه بکه و ئهو وێ پال دده
بهر ب پرسیارکرن و لێگهرینێ ل دوو ئارژانی. ئهو دبێژهیێ کو دڤێت تشتهک ل ڤان
نێزیکێن ته ههبه کو تو بهرسڤا پرسیارێن خوه تێ ده ببینی.
نیدهم ژی ل ئۆدهیا خوه د ناڤ کتێب و کاخهزان و ههرتشتی
دا ل نیشانهکێ دگهره و د چهنتهیا خوه دا کلیلێن مالا ئارژانی دبینه و ئهو
هزر دکه کو ئارژهنی ب خوه و ژ بۆ مهرهمهکا خوه ئهو کلیل خستنه د چهنتهیا
وێ دا. ئهو دچه مالا وی و ب وێ کلیلێ دکهڤه هوندر و وی دبینه مژوولی پرۆژهیا
خوه یا ل سهر سبهرۆژا وهلاتێ خوه یه. ئارژان ژێ دپرسه کا ئهو ل دوو وی یه
یان ل دوو دیرۆکێ یه و د وان گاڤان دا چاڤهن نیدهمێ ب کاخهزهکا ل بەر وی دکهڤن
کو ل سهر نڤیساندیه ئارژان بهدرخانی و ڤهژاندنا قولپا پیرۆز و ژێ خوارتر ژی ناڤێ
بابێ نیدهمێ ل سهره.
ئهڤ وهکی گهریانهکێ یه ل دوو پرسیار و بهرسڤێن وان
و هەروەسا خوەندەڤان تێ
دا ڕاستی سهرهاتیێن کهسێن وهکی مایایا نیگارکێش، هێلانا خوهندنکار و خالهتا نیدهمێ
دبه و کا چما یا هاتیه سهرێ خالهتا وێ بوو ئهگهرا شاراندنا خوهراگری و حهزا
بهرخوهدانێ د ناڤا وێ دا.
ژ رۆمانێ:"ب ڕاستی ئهم یێن ل وهلاتێ
پهیکهران دژین، دخوازین ساخێن خوه بکوژین دا پشتی مرنا وان پهیکهرهکی بۆ چێکهین
و ب زیندی قهلهم بدهین، ئهڤه یه سروشتێ ملهتێن ل قۆناخا نهزانینێ"!!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar