Pirsa xweparêziyê ji şewbeka wekî covid-19 bi yek û du û sê kesan
bi tenê nahê kirin, divê ew kiryareka pêkveyî be, anku berpirsiyariyeka
sertaserî ya giştî be. Yanî eger piranî pêgirî bi şîret û rêkarên xweparêziyê bikin,
dê belavbûn û vegirtina bi koronayê jî gelek mezin nebe.
Min, her ji meha adarê û hir ve û hindî ji destên min hatî,
pêgirî bi şîretên dezgeha tenduristiya giştî kirin û têkiliyên xwe jî li gel
yên li derveyî yên malê sinordar kirin û peywendiyên bi telefonanan û dijîtal
ji bo danûstandinan bi kar înan. Heta karkirin jî ji malê û bi rêya dijîtal bû.
Lê jina min û ji ber karê xwe li pêşdibistanê peywendiyeka
rojane li gel zarok û dayik û babên wan hebû. Wê 14yê meha duwazde ji karî
telefona min kir qaşo ew nexweş e û ez jî bi tirimbêlê çûm û min ew îna mal.
Hemî berjankên şewba koronayê lê diyar dibûn, serêşî, zikêşî, sermil û piştêşî,
ta û bêtaqet bûn. Du rojan dû ra koronayê ez jî vegirtim û hema bêje nîşanên me
herduyan jî wekî yek bûn, lê ya herî ez êşandim, navmilêşî, ta û xwihdana leşî
bi şev bû û herweha kuxika ku ez pir bê hal kirim bû.
Roja 17yê meha duwazde me testa covid-19 veqetand û roja dûtir
ew bi taksiyê hat û li ber dergehê malê deyna. Me her di eynî rojê da testa xwe
kir û bi eynî taksiyê ra şand cihê testkirinê. Roja dîtir testa min derket pozetîv
û ya jina min jî bi eynî rengî bû. Êdî em pişt rast bûn ku ev vîrûsa covid-19
ye. Me xwe li mal karantîne kir û nexwest ew vîrûs ji me biçe çi kesekî.
Bêhinvedana xwendingehan ya cejna krîsmesê û serê salê ye û keça min ya biçûk
ji bajêrê lê dixwend diviyabûya vegeriyarabûya mal, lê em li hev hatin ku ew
biçe mala xwîşka xwe û bila ew xwe ji me biparêzin.
Şeva 24ê meha duwazde me diyariyên keçên xwe hiştin ber
dergehê malê û ew hatin û ew birin û me ji pencereyê lê temaşe dikir. Ne ew û
ne em şiyan rê li ber giriyê bigirin, ev bo me cara yekê bû ku em di rojeka
weha da, ne li gel yekûdu bin. Ya ku koronayê kirî çi hêzan ew nekiriye, wê ev
dinyaye hemî serêkûbinêk kir û em hemî înan îşteîştê.
Bi her halî me xwe bêtir ji çarde rojan karantîne kir û evro
çi nîşanên koronayê li me nemane, ji bilî kuxika ku carûbaran li qirika me
dide. Herçend e û li gor rêkarên dezgeha tenduristiya giştî virûs pênc heta
heft rojan piştî testa pozetîv ji yê vegirtî êdî naçe kesên dî, lê me got em dê
xwe li nemana kuxikê jî bigirin, ji ber ku di vî serdemî de wextê kesek dikuxe,
hemî çav berê xwe didinê û hesteka gunehbariyê didin wî kesê dikuxe.
کۆرۆنایێ بەلا خوە ل من ژی دا
پرسا خوەپارێزیێ ژ شەوبەکا وەکی کۆڤید-١٩
ب یەک و دو و سێ کەسان ب تەنێ ناهێ کرن، دڤێ ئەو کریارەکا پێکڤەیی بە، ئانکو
بەرپرسیاریەکا سەرتاسەری یا گشتی بە. یانی ئەگەر پرانی پێگریێ ب شیرەت و ڕێکارێن
خوەپارێزیێ بکن، دێ بەلاڤبوون و ڤەگرتنا ب کۆرۆنایێ ژی گەلەک مەزن نەبە.
من، هەر ژ مەها ئاداری و هر ڤە و هندی ژ دەستێن من هاتی، پێگری ب
شیرەتێن دەزگەها تەندورستیا گشتی کرن و تێکلیێن خوە ژی ل گەل یێن ل دەرڤەیی یێن
مالی سنۆردار کرن و پەیوەندیێن ب تەلەفۆنان و دژیتال ژ بۆ دانوستاندنان ب کار
ئینان. حەتا کارکرکن ژی ژ مالێ و ب ڕێیا دژیتال بوو.
لێ ژنا من و ژ بەر کاری خوە ل پێشدبستانێ پەیوەندیەکا ڕۆژانە ل گەل
زارۆک و دایک و بابێن وان هەبوو. وێ ١٤یێ مەها دووازدە ژ جهێ کاری تەلەفۆنا من کر
قاشۆ ئەو نەخوەشە و ئەز ژی ب ترمبێلێ چووم و من ئەو ئینا مال. هەمی بەرژانکێن
شەوبا کۆرۆنایێ لێ دیار بوون؛ سەرئێشی، زکئێشی، سەرمل و پشتئێشی، تا و بێتاقەتبوون.
دو ڕۆژان دوو ڕا کۆرۆنایێ ئەز ژی ڤەگرتم و هەما بێژە نیشانێن مە هەرودیان ژی وەکی
یەک بوون، لێ یا هەری ئەز ئێشاندم، ناڤملئێشی، تا و خوهدانا لەشی ب شەڤ بوو و
هەروەها کوخکا کو ئەز پر بێ حال کر بوو.
ڕۆژا ١٧یێ مەها دووازدە مە تەستا کۆڤید-١٩ ڤەقەتاند و ڕۆژا دووتر ئەو
ب تاکسیێ هات و ل بەر دەرگەهێ مالی دەینا. مـە هەر د عەینی رۆژێ دا تەستا خوە کر و
ب عەینی تاکسیێ ڕا شاند جهێ تەستکرنێ. ڕۆژا دیتر تەستا من دەرکەت پۆزەتیڤ و یا ژنا
من ژی ب عەینی رەنگی بوو. ئێدی ئەم پشت راست بوون کو ئەڤ ڤیرووسا کۆڤید-١٩ یە. مە
خوە ل مال کارانتینە کر و نەخوەست ئەو ڤیرووس ژ مە بچە چ کەسەکی. بیهنڤەدانا
خوەندنگەهان یا جەژنا کریسمەسێ و سەری سالی یە و کەجا من یا بچووک ژ باژێرێ لێ
دخوەند دڤیابا ڤەگەریابا مال، لێ ئەم ل هەڤ هاتن کو ئەو بچە مالا خویشکا خوە و بلا
ئەو خوە ژ مە بپاریزن.
شەڤا ٢٤ێ مەها دووازدە مە دیاریێن کەچێن خوە هشتن بەر دەرگەهێ مالێ و
ئەو هاتن و ئەو برن و مە ژ پەنجەرەیێ لی تەماشە دکر. نە ئەو و نە ئەم شیان ڕێ ل
بەر گریێ بگرن، ئەڤ بۆ مە جارا یەکی بوو کو ئەم د رۆژەکا وەها دا، نە ل گەل یەکودو
بن. یا کو کۆرۆرنایێ کری چ هیزان ئەو نەکریە، وێ ئەڤ دنیایە هەمی سەرێکوبنێک کر و
ئەم هەمی ئینان ئیشتەئیشتێ.
ب هەر حالی مە خوە بیتر ژ چاردە ڕۆژان کارانتینە کر و ئەڤرۆ چ
نیشانێن کۆرۆرنایێ ل مە نەمانە، ژ بلی کوخکا کو جاروباران ل قرکا مە ددە. هەر
چەندە و ل گۆر رێکارین دەزگەها تەندورستیا گشتی ڤیرووس پێنج هەتا هەفت رۆژان پشتی
تەستا پۆزەتیڤ ژ یێ ڤەگرتی ئێدی ناچە کەسێن دی، لێ مە گۆت ئەم دێ خوە ل نەمانا
کوخکی ژی بگرن، ژ بەر کو د ڤی سەردەمی دا وەختێ کەسەک دکوخە، هەمی چاڤ بەرێ خوە ددنێ
و هەستەکا گونەهباریێ ددن وی کەسێ دکوخە.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar