Navê kitêbê: Hîzar di werçerxana da(1)
Nivîskar: Sindis Nihêlî
Weşanxane: Çapxaneya Xanî
Sala weşanê: 2013
Hejmara rûpelan: 274
Ev yekemîn roman e ku jinek li başûrê Kurdistanê bi kurdiya
kurmancî û bi herfên erebî dinivîse. Mijarên serekî yên wê trajediya miletê
kurd e, dagîrkeriya Kurdistanê û mafê serxwebûna wê ye û herweha nakokiyên di
nav hêzên serekî yên kurdan da û gendelî ya zal di nav desthilatê da.
Hîzar ji bo xwandina Doktorayê diçe Amerîkayê û têza xwe li
ser dewletbûna Kurdistanê pêşkêş dike. Herçend ew gelek ji welatê xwe dûr e lê
bîrgeha wê ew qas ji wê, ya li welatê xwe dîtî pir e, ku nikare di her tiştî û
gotina di hawîrdora xwe da, wê hemî neheqî û derdeseriyê yên bi serê xelk û
welatê wê da hatine nebîne.
Weha xwendevan li gele Hïzarê û vegêranên wê paşda digerin
bo demê ew li lîseyê û xebata wê ya birînpêçiyê di nav pêşmergeyan da, hatina
enfalan, girtina wê û ew hemî hovîtî û azarên wê û yên pê ra, ji jin û keçan li
ser destên reşekên Seddamî dîtine, serhildan, reva milyonî, veger û hilbijartin
û çêbûna hikûmeta kurdî heta şerê birakujiyê û gendelî ya di desthilatê da belavbûyî.
Xwendevan di vê romanê da zêdebarî naskirina bûyerên dîrokî
û xembar yên Kurdistanê, gelek çîrok û serhatiyên kesên vê kitêbê nas dike;
wekî serhatiya Hïzarê û ya bi serê wê û malbata wê hatî û çîroka mêrê wê Akoyî,
herweha ya bi serê Mela Baqî di demê serhildanê da hatî û çîroka Şevînê û nihêniya
mêrê wê û gelekên din, jibilî azirandina gelek pirsiyaran derbareyê rewşa niha
ya Kurdistanê û siberoja wê.
Ji rûpela 42: ”Qeda bi hewe bikevin zelam, erê hizar qeda,
hwîn hemî êxsîrên leşê jinê ne.”
ناڤێ کتێبێ: هیزار د وهرچهرخانا دا (١)
نڤیسکار: سندس نهێلی
وهشانخانه: چاپخانهیا خانی
سالا وهشانێ: ۲۰۱۳
ههژمارا رووپهلان: ۲۷٤
ئهڤ یهکهمین رۆمانە کو ژنهک ل باشوورێ
کوردستانێ ب کوردیا کورمانجی و ب حهرفێن عهرهبی دنڤیسه. مژارێن سهرهکی یێن وێ
تراژەدیا ملهتێ کوردە، داگیرکهریا کوردستانێ و مافێ سهرخوهبوونا وێ یه و ههروهها
ناکۆکیێن د ناڤ هێزێن سهرهکی یێن کوردان دا و گهندهلی یا زال د ناڤ دهستهلاتێ
دا.
هیزار ژ بۆ خواندنا دۆکتۆرایێ دچه ئەمهریکایێ
و تێزا خوه ل سهر دهولهتبوونا کوردستانێ پێشکێش دکه. ههرچهند ئهو گهلهک
ژ وهلاتێ خوه دوورە، لێ بیرگهها وێ ئهو قاس ژ وێ، یا ل وهلاتێ خوه دیتی پڕە،
کو نکاره د ههر تشتی و گۆتنا د هاویردۆرا خوه دا، وێ ههمی نهحهقی و دهردهسهریێ،
یێن ب سهرێ خهلک و وهلاتێ وێ دا هاتنه نهبینه.
خوەندەڤان ل
گەل هیزارێ و ڤهگێرانێن
وێ پاشدا دگهرن بۆ دهمێ ئهو ل لیسهیێ و خهباتا وێ یا برینپێچیێ د ناڤ پێشمهرگهیان
دا، هاتنا ئهنفالان، گرتنا وێ و ئهو ههمی هۆڤیتی و ئازارێن وێ و یێن پێ ڕا، ژ
ژن و کهچان ل سهر دهستێن ڕهشهکێن سهددامی دیتنه، سهرهلدان، ڕهڤا ملیۆنی، زڤرین
و هلبژارتن و چێبوونا حکوومهتا کوردی و ههتا شهرێ براکوژیێ و گهندهلی یا د دهستهلاتێ
دا بهلاڤبوویی.
خوهندهڤان د ڤێ ڕۆمانێ دا زێدهباری
ناسکرنا بوویهرێن دیرۆکی و خهمبار یێن کوردستانێ، گهلهک چیرۆک و سهرهاتیێن کهسێن
ڤێ کتێبێ ناس دکە؛ وهکی سهرهاتیا هیزارێ و یا ب سهرێ وێ و مالباتا وێ هاتی و چیرۆکا
مێرێ وێ ئاکۆیی، ههروهها یا ب سەرێ مهلا باقی د دهمێ سهرهلدانێ دا هاتی و چیرۆکا
شهڤینێ و نهێنیا مێرێ وێ و گهلهکێن دن، ژ بلی ئازراندنا گەلەک پرسیاران دەربارەیێ
رەوشا نها یا کوردستانێ و سبەرۆژا وێ.
ژ رووپەرێ ٤٢: "قەدا ب هەوە بکەڤن، ئەرێ قەدا، هوین هەمی ئێخسیرێن لەشێ ژنێ نە".
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar