Navê kitêbê: Kurê Safa Re’nayê
Nivîskar: Enwer Mihemed Tahir
Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2012
Hejmara rûpelan: 258
Bi kurdî û vegêraneka xweş şer û encamên şerî û çarenivîsa
mirovan tê da, rewşa xelkê Kurdistanê ya kembax û dagîrkerên şerxwaz, hemî di
navbera duhî û evro di vê romanê da li ber çavên xwendevanî tê raxistin.
Rehmanê kurê Husênî yê digotinê kurê Safa Re’nayê zanîngeh
timam kiribû, jin û keç û kurek hebûn û wî serdemî Îraqê şerek bi navê Qadisiya
Seddamî li dijî Îranê dest pê kiribû û zelam bi darê zorê dibirine berokên
şerî. Husênî nexwest ji leşkeriyê bireve û jina xwe bi zarokên sava ra ji
bajêrî bibe çiya û hizir kir xwe ji bo wan bike qurban û biçe leşkeriya Îraqê û
heke hat û zanî dê wî bibin eniya şerî û bû havîn dê ew ji wî şerê ne jê û ne
tê bireve û bi malbata xwe ra biçe nav pêşmergeyan. Lê ba li gor dilê gemîvanî
nehat û hêza ew bi çend kurdan ra tê da hat veguhastin bo berokê pêşiyê yê şerî
û hêrişa Îranê bi ser wan da hat û kes jê rizgar nebû, yan hatin kuştin yan jî
birîndar û êxsîr kirin. Ew jî birîndar û êxsîr dibe û nav û hejmara wî ya
leşkerî li qada şerî dimîne.
Ew ji aliyê Îraqê ve wekî şehîdê Qadisiya Sedamî tê hisêb
kirin û sindirîkekê dişînin mala wî qaşo cendekê wî tê da ye, lê bi fermana
dewletê nabe kes sindirîkê veke û her girtî û bi amadebûna malbat û kesûkarên
wî, ew li bajêrê wî tê veşartin. Ji xema mirina wî dayika wî dimire û piştî
çend salan jina wî û ji bo xudankirina zarokên xwe şû dike û keça wî mezin dibe
û şû dike û kurê wî jî mezin bûye û neviyiyên wî hene. Lê haya wî ji vê hemiyê
nîne û ew di wan hemî salan da wekî girtiyan, li gel êxsîrên din yên wekî xwe
birîndar yan nexweş li Îranê di ordîgehekî da ne û haya wî ji derve nîne.
Paşî ew bi rêya xaça sor tê berdan û vedigere bajêrê xwe û
nav xelkê xwe yê ew pir jê xerîb, lê ne bajêr ew bajêr e, yê wî berî çendîn
salan hêla bû, bajêr mezin bûye û xelk wî nas nakin û bawer nakin Husên, yê ku
berî çend salan hatiye kuştin û wan taziya wî kiribû, dîsan sax bûye. Ya li cem
wî ji hemiyê kembaxtir ew bû ku jina wî niha ne ya wî ye û mêrê xwe heye û
nkare wê bibîne. Ew di nav wê têkçûna derûnî û wê gêjevankê da û enfal bi ser
wan da tê û rev ber bi sinoran dest pê dike û ew jî bi zaro û neviyan ra berê
xwe didin bakûr û dikevin ber hovîtiya cendirmeyên tirk û rezaleta nav kempên
aliyê din da. Di dawiyê da, hevlaekê wî yê zaroktî û leşkeriyê ji Ewropayê tê û
li kempê lê dibe xudan û alîkariya wî bo çûna Ewropayê dike û ew jî pê razî
dibe, bi înyeta ku ew li wê derê zarok û neviyên xwe bi dû xwe ve bibe
Ewropayê. Em li dûmahiyê kurê Safa Re’nayê di paporekê da dibînin û ew di wê tirsê
da ye neku rojava jî wekî rojhilatê be.
Gelek çeq û ta ji vê serhatiya kurê Safa Re’nayê diçin û
gelek wêneyên balkêş ji civaka kurdewariyê û xesletên kesên wê bala xwendevanî
dikêşin û bi taybetî wextê ew tê bajêrî û diçe çayxaneya Eliyê Hemoyî û xelk
hemî li dor wî xirve dibin û ew li wê derê li ser ya qewimî haydar dibe û sohbet
û pirs û plan ji wir, bo çarenivîsa wî dest pê dikin.
Ji rûperê 141: Belê eva dihête gotin û vecwîn hemî
siyasetmedar nanê xo pê dixwin. Hemî bi navê îman û xudê van cengan dişarînin,
heçku xudê gotî ev mirovê min giyan û ruh dayê, berxên hewe ne, çi demê heza
hewe lê bît vekujin.
ناڤێ کتێبێ: کورێ
سافا رهعنایێ
نڤیسکار: ئهنوهر
محهمهد تاهر
وهشانخانه: ئێکهتیا نڤیسهرێن کورد ل دهۆکێ
: ٢٠١٢سالا وهشانێ
ههژمارا رووپهلان:
۲٥۸
ب کوردی و ڤهگێرانهکا
خوهش شهر و ئهنجامێن شهری و چارهنڤیسا مرۆڤان تێ دا، رهوشا خهلکێ کوردستانێ
یا کهمباخ و داگیرکهرێن شهرخواز، ههمی د ناڤبهرا دوهی و ئهڤرۆ د ڤێ رۆمانێ
دا ل بهر چاڤێن خوهندهڤانی تێ راخستن.
رهحمانێ کورێ حوسێنی
یێ دگۆتنێ کورێ سافا رهعنایێ زانینگههـ تمام کربوو، ژن و کهچ و کورهک ههبوون
و وی سهردهمی عیراقێ شهرهک ب ناڤێ قادسیا سهددامی ل دژی ئیرانێ دهست پێ
کربوو و زهلام ب دارێ زۆرێ دبرنه بهرۆکێن شهری. حوسێنی نهخوهست ژ لهشکهریێ
برهڤه و ژنا خوه ب زارۆکێن ساڤا را ژ باژێری ببه چیا و هزر کر خوه ژ بۆ وان
بکه قوربان و بچه لهشکهریا عیراقێ و ههکه هات و زانی دێ وی ببن ئهنیا شهری
و بوو هاڤین دێ ئهو ژ وی شهرێ نه ژێ و نه تێ برهڤه و ب مالباتا خوه را بچه
ناڤ پێشمهرگهیان. لێ با ل گۆر دلێ گهمیڤانی نههات و هێزا ئهو ب چهند کوردان را
تێ دا، هات ڤهگوهاستن بۆ بهرۆکێ پێشیێ یێ شهری و هێرشا ئیرانێ ب سهر وان دا
هات و کهس ژێ رزگار نهبوو، یان هاتن کوشتن یان ژی بریندار و ئێخسیر کرن. ئهو ژی
بریندار و ئێخسیر دبه و ناڤ و ههژمارا وی یا لهشکهری ل قادا شهری دمینه.
ئهو ژ ئالیێ ئیراقێ
ڤه وهکی شههیدێ قادسیا سهدامی تێ حسێب کرن و سندریکهکێ دشینن مالا وی، قاشۆ
جهندهکێ وی تێ دا یه، لێ ب فهرمانا دهولهتێ نابه کهس سندریکێ ڤهکه و ههر
گرتی و ب ئامادهبوونا مالبات و کهسووکارێن وی، ئهو ل باژێرێ وی تێ ڤهشارتن. ژ
خهما مرنا وی دایکا وی دمره و پشتی چهند سالان ژنا وی و ژ بۆ خودانکرنا زارۆکێن
خوه شوو دکه و کهچا وی مهزن دبه و شوو دکه و کورێ وی ژی مهزن بوویه و نهڤییێن
وی ههنه. لێ هایا وی ژ ڤێ ههمیێ نینه و ئهو د وان ههمی سالان دا وهکی گرتیان،
ل گهل ئێخسیرێن دن یێن وهکی خوه بریندار یان نهخوهش ل ئیرانێ د ئۆردیگهههکی
دا نه و هایا وی ژ دهرڤه نینه.
پاشی ئهو ب رێیا
خاچا سۆر تێ بهردان و ڤهدگهره باژێرێ خوه و ناڤ خهلکێ خوه یێ ئهو پر ژێ خهریب،
لێ نه باژێر ئهو باژێرە، یێ وی بهری چهندین سالان هێلا بوو، باژێر مهزن بوویه
و خهلک وی ناس ناکن و باوهر ناکن حوسێن، یێ کو بهری چهند سالان هاتیه کوشتن و
وان تازیا وی کربوو، دیسان ساخ بوویه. یا ل جهم وی ژ ههمیێ کهمباختر ئهو بوو
کو ژنا وی نها نه یا وی یه و مێرێ خوه ههیه و نکاره وێ ببینه. ئهو د ناڤ وێ
تێکچوونا دەروونی و وێ گێژهڤانکێ دا و ئهنفال ب سهر وان دا تێ و رهڤ بهر ب سنۆران
دهست پێ دکه و ئهو ژی ل گەل زارۆ و نهڤیان بهرێ خوه ددن باکوور و دکهڤن بهر
هۆڤیتیا جهندرمەیێن ترک و رهزالهتا ناڤ کهمپێن ئالیێ دن دا. د داویێ دا، ههڤالەکێ
وی یێ زارۆکتی و لهشکهریێ ژ ئهورۆپایێ تێ و ل کهمپێ لێ دبه خودان و ئالیکاریا
وی بۆ چوونا ئهورۆپایێ دکه و ئهو ژی پێ رازی دبه، ب ئینیهتا کو ئهو ل وێ دهرێ
زارۆک و نهڤیێن خوه ب دوو خوه ڤە ببه ئهورۆپایێ. ئهم ل دووماهیێ کورێ سافا رهعنایێ
د پاپۆرهکێ دا دبینن و ئهو د وێ ترسێ دا یه نهکو رۆژاڤا ژی وهکی رۆژهلاتێ به.
گهلهک چهق و تا
ژ ڤێ سهرهاتیا کورێ سافا رهعنایێ دچن و گهلهک وێنهیێن بالکێش ژ جڤاکا کوردهواریێ
و خەسلەتێن کهسێن وێ بالا خوهندهڤانی دکێشن و ب تایبهتی وهختێ ئهو تێ باژێری
و دچه چایخانهیا عهلیێ حهمۆیی و خهلک ههمی ل دۆر وی خرڤه دبن و ئەو ل وێ
دەرێ ل سەر یا قەومی هایدار دبە و سۆحبهت و پرس و پلان ژ ور، بۆ چارهنڤیسا وی دهست
پێ دکن.
ژ رووپهرێ ۱٤۱: "بهلێ ئهڤا دهێته گۆتن و ڤهجوین ههمی سیاسهتمهدار نانێ خۆ پێ دخون.
ههمی ب ناڤێ ئیمان و خودێ ڤان جهنگان دشارینن، ههچکو خودێ گۆتی ئهڤ مرۆڤێ من گیان
و روح دایێ، بهرخێن ههوه نه، چ دهمێ حهزا ههوه لێ بیت ڤهکوژن."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar