Navê kitêbê: Hêlên sor
Nivîskar: Hizirvan (Hizirvan Ebdulla)
Weşanxane: Çapxaneya Zana li Dihokê
Sala weşanê: 2004
Hejmara rûpelan: 173
Ev roman vegêranek e di navbera xeyal û dîrokê da û seredanek e bo nik çend kes û demên giring di dîroka me ya hevçerx da û rahijandina çend pirsên tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê ye.
Dem demê şoreşa Agirî ye û Ehmedê Badînî û şêx Ebdilrehmanê Garisî û Aram kurê Liyon paşayê ermenî diçin binxetê û di civîna Xoybûnê da li Qamişloyê beşdar dibin. Li wê derê çavên wan bi mîr Celadet Bedirxanî dikeve û mîr wan dike nûnerên xwe û kaxezan bi wan ra ji bo şêx û serokên kurdan dihinêre û tê da ji wan daxwaza yekbûna kurdan û berxwedanê li dijî dewleta trikî ji bo piştgirîkirina serhildana Agirî dike û herweha dixwaze ku kurd gelek qîmetê bidin zanîn û xwendinê.
Ehmedê Badînî û Aram ber bi Behdînan û Barzan û Sîdekan didin rê û diçin dîdara Liyon Paşayê ermenî, şêx Ehmedê Barzanî, Seyid Tahayê Nehrî, Simkoyê Şikak û Babekir Axayê Pişderî û nameyên mîr Celadetî digehînin destên wan. Ehmedê Badînî me li wan herêman digerîne û dibe dîwanên wan rêberên kurd û ji me ra wêneyekî li ser jiyan û rewşa wî demî ya kurdan û welatê wan berçav dike.
Li aliyê dî şêx Ebdilrehmanê Garisî nameyên mîr Celadetî ji bo bakûrê welatî dibe û rêya Berwariya bo nav Hekariyan digire, lê ew bi destê zelamekê xwe, ku tirkan ji bo kuştina wî hinartibû dihê kuştin û ew bi wê kuştinê dibe efsane û wekî mirî bêtir ji saxekî tirkan ditirsîne.
Di vê romanê da gelek çîrokên balkêş hene, wekî serhatiya mamê Silêman yê not salî yê ku mîrên kurdan dîtine û gelek sohbetên wî hene, serhatiya Hesinê ku hez ji Befriyê kiriye û ew revandiye û xwe daye li gel Ehmedê Badînî û serhatiya mîr Mihemedê Botan û xulamê wî û gelek bûyer û serhatiyên din.
Ji rûpelê 37: ”…yê rûs digot bo çi hûn ji bona dwleta xwe xebatê nakin? Ma hûn jî ne milet in.. binêrin tirk bi zimanê xwe dixwînin.. bi zimanê xwe dinivîsin.. Belê hûn û ermen ne zimanê xwe dizanin û ne baş tirkî dizanin.. eger çi hûn ducar hindî tirkan in.. ma ew çi ji hewe çêtir in.. bi tenê ew xiyanetê li miletê xwe nakin û ya êkûdu nadine bi ya hewe, êkûdu digirin û hewe jî digirin û berdidine serûçavên êk.. zêdetir kurd hem hev dikujin û hem ji bona tirkan xelkî dikujin û xwe jî bikuştin didin…”
2020.05.25
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar